Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê serçeteyekî DAIŞ`ê li Babê kir hedef

Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê ragihand ku sêşema borî di operasyoneke hewayî de serçeteyhekî DAIŞʹê li Babê hedef kir.

Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê serçeteyekî DAIŞ`ê li Babê kir hedef
25 kanûn, 2022   10:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê, duh bi daxuyaniyekê got: “Balafireke bêmirov a tîpa Reaper ji nêz ve avahiyeke li nêzî bajarê Babê dişopand. Dihat zanîn ku bi kêmanî çekdarekî rêxistina (DAIŞ) tê de heye. Piştî şopandinê, avahî bi 2 moşekên Hellfire hate hedefkirin.”

Li gorî daxuyaniyê, ev yek di çarçoveya operasyona Shader a Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞʹê de pêk hatiye ku Brîtanyayê di Tebaxa 2014`an de dest pê kiriye. Artêşa  Hewayî ya Brîtanya, ji baregeha xwe ya li Qibrisê operasyonan li Sûriyê û Iraqê pêk tîne.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR)  roja sêşemê (20`ê Kanûnê) ragihandibû ku balafireke bêmirov ku ihtîmal heye ya Koalîsyona Navneteweyî ye li kolana Xilo ya bajarê Babê yê bakur rojahilatê Helebê li avahiyekê xist û di encamê de kesê di wê avahiyê de ku serçeteyekî DAIŞ`ê ye hat hedefkirin.

SOHR`ê da zanîn ku kesê birîndar li nexweşxaneyeke Babê tê dermankirin lê çarenûsa wî nehat zanîn gelo hatiye kuştin lê sax e. Li aliyekî din gelek çavkaniyan gotin ew rakirina Tirkiyê.

Çalakaniyên ji bajarê Babê diyar kirin uku kesê hatî hedefkirin bi navê Besa Ehmed El Sûdanî ye, ji Yemenê ye û bi navê Ebû Yasir tê naskirin. Çavkaniyan gotin, kesê hati hedefkirin endamekî DAIŞʹê ye, beriya dorpêçkirina Baxozê di destpêka 2019`an de berpirsê êrişên teqemeniyê li Sûriyê û Iraqê bû, piştî çû Reqayê û ji wir derbasî Babê bû.

(şx)