​​​​​​​PANORAMA 2022-6

​​​​​​​PANORAMA 2022-6
25 kanûn, 2022   00:45
NAVENDA NÛÇEYAN - SILAVA EBDUREHMAN

Tevî hemû zehmetiyên jiyanî û êrişên domdar jî jinan di sala 2022’an de di gelek waran de destkeftî bi dest xistin. Felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” ya Şoreşa 19’ê Tîrmehê bû felsefeyeke cîhanî.

Di çarçoveya Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an de jin bi hemû rêbazan ji bo parastina destkeftiyan şehîdan û bidestxistina mafên xwe yên rewa û rizgarkirima jinên din ji hişmendiya baviksalariyê, tê dikoşin.

ÇALAKIYÊN CIHÊRENG

*26’ê Sibatê, Komîteya Ekolojiyê ya Kongra Star ji bo belavkirina çanda parastina ekolojiyê pêngavek li dar xist. Pêngav 11’ê Nîsanê bi çandina 2 hezar û 500 daran li bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bû.

*2’yê Sibatê, navenda Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan li navçeya Eyn Îsayê hat vekirin.

*28’ê Sibatê, yekemîn navenda Yekitiya Jinên Êzidî li kantona Şehbayê hat vekirin.

*8’ê Adarê, Şaredariya Gel a Girkê Legê çerxerêyek bi peykerê jina têkoşer ava kir.

*31’ê Gulanê, Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê hemleya “Xwe bi rêxistin bike, li ber xwe bide, azadiyê pêk bîne” ragihand. Hemleyê heta 15’ê Tîrmehê dewam kir.

*7’ê Hezîranê, 72 jinan însiyatîfa “Jin li hember dagirkeriyê Kurdistanê diparêze” damezirand.

*29’ê Hezîranê, yekemîn navenda “Nînhorsag” a bijîşkiya xwezayî û piştgiriya derûnî li Qamişloyê hat vekirin.

*12’ê Tebaxê, Hêzên Parastina Civakê (HPC) – Jin bi hevkariya Kongra Star ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker çalakiya konvedanê li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Qamişloyê li dar xist. Çalakiyê 34 rojan dewam kir.

*7’ê Îlonê, Desteya Jinan a Herêma Cizîrê navenda “Ehlen Simsum” ji bo piştgiriya zarokan li Qamişloyê vekir.

*12’ê Mijdarê, çalakiyên Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kirin û heta 25’ê heman mehê dom kir.

*Di 2022ʹyan de, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) 7 jinên êzidî ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.

PERWERDE

*1’ê Hezîranê, yekemîn dewreya zabitan ji aliyê  Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Jin ve li Akademiya Şehîd Hêra Wan a li Qamişloyê hat vekirin.

*5’ê Tîrmehê, Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Navçeya Dêrikê dewreya perwerdeyê ya hemşîretiyê ku 35 kes tev lê bûbûn, bi dawî kir.

*Ji aliyê Kongra Star ve 7 perwerdeyên girtî bi beşdariya 188 jinan hatin vekirin, her wiha 44 perwerdeyên vekirî bi beşdariya 3 hezar û 310 jinan û ji bo mêran 4 perwerdeyên vekirî bi beşdariya 85 mêran hatin vekirin.

KONFERANS, KONGRE Û CIVÎN

*24’ê Adarê, yekemîn konferansa Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Qamişloyê li dar ket.

*30’yê Nîsan-1’ê Gulanê, Sêyemîn Konferansa YPJ’ê li Hesekê li dar ket.

*28’ê Îlonê, 2ʹyemîn Konferansa Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Efrînê hat lidarxistin.

*30’yê Îlonê, Yekemîn Konferansa Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê hat lidarxistin.

*1’ê Cotmehê, 9ʹemîn Konferansa Kongra Star a Kantona Qamişloyê, 5’ê Cotmehê 4ʹemîn Konferansa Kongra Star a Helebê û 8’ê Cotmehê 9ʹemîn Konferansa Kongra Star a Kantona Hesekê li dar ketin.

*11’ê Cotmehê, 2ʹyemîn konferansa Yekitiya Jinên Ciwan a Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê li bajarê Reqayê hat lidarxistin.

*12’ê Cotmehê, 4ʹemîn Konferansa Kongra Star a Herêma Efrînê li Şehbayê hat lidarxistin.

*16’ê Cotmehê, 2ʹyemîn Konferansa Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê li Reqayê li dar ket.

*20’ê Cotmehê, 2ʹyemîn Konferansa Yekitiya Jinên Ciwan a Minbic û Gundewarên Wê li dar ket.

*22’yê Cotmehê, 9ʹemîn Konferansa Kongra Star a Herêma Firatê li dar ket.

*25’ê Cotmehê, 3ʹyemîn Konferansa Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hesekê li dar ket.

*25’ê Cotmehê, Kongra Star yekemîn akademiya taybet li ser asta kantona Hesekê ji bo perwerdekirina jin û mêran vekir.

*28’ê Cotmehê, 4ʹemîn Kongreya Yekitiya Jinan a Suryanî ya Sûriyê li Qamişloyê li dar ket.

*5’ê Mijdarê, Hêzên Parastina Civakê (HPC) – Jin yekemîn akademiya îdeolojîk-leşkerî li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hesekê vekir.

*19’ê Mijdarê, konferansa yekemîn a Yekitiya Jinên Ciwan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Tebqayê li dar ket.

*20’ê Mijdarê, konferansa yekemîn a Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya Heleb, Efrîn û Şehbayê li dar ket.

*15’ê Gulanê, civîna şêwirê ya jinên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê li Qamişloyê li dar ket.

*22-23’yê Tîrmehê, yekemîn komxebata şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser asta Rojhilata Navîn li Qamişloyê li dar ket.

*30’yê Tebaxê, Yekitiya Jinên Ermen a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat damezirandin.

*5’ê Kanûnê, şandeyeke Katalonyayî li Qamişloyê serdana Kongra Star kir.

* Kongra Star nêzî 821 civîn û 6 çalakiyên konvedanê li ser mijarên cuda wek (zewicandina zarokan, tendiya li ser jinan, xwendina perspektîfên KCK’ê, bibîranîna şehîdên berxwedana zîndanan, bibîranîna şehîd Zîlan, Viyan Soran, Delal, Bêrîtan û wefata dayika Uweyş ji şêniyan re li dar xistin.

ÇAND Û HUNER

*26’ê Çileyê, Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo ya Helebê Navenda Hîlala Zêrîn vekir.

*1-2’yê Adarê, 7ʹemîn Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan li Qamişloyê li dar ket.

*21’ê Hezîranê, belgefîlma “Nûjiyan” a li ser jiyana rojnamevana şehîd Nûjiyan Arhan li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişloyê hat pêşandan.

*28’ê Hezîranê, Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê klîba bi navê “Lê Zîlan” bi boneya salvegera şehadeta şehîd Zeyneb Kinacî (Zîlan) derxist.

*13-14-15’ê Tebaxê, Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekemîn Mîhrîcana Şehîd Berçem li Helebê li dar xist.

*9’ê Îlonê, Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk a Kantona Hesekê bi hevkariya Tevgera Hîlala Zêrîn Mîhrîcana Zarokan a 7ʹemîn li dar xist.

*24’ê Îlonê, Tevgera Hîlala Zêrîn a Herêma Efrînê mîhrîcana 3ʹyemîn a zarokan li Şehbayê li dar xist.

*6’ê Cotmehê, Tevgera Hîlala Zêrîn a Herêma Efrînê klîba “Jîna” wek diyarî ji bo ruhê jina Kurd a ciwan Jîna Emînî derxist.

*12-13’ê Mijdarê, Tevgera Hîlala Zêrîn konferansa xwe ya 3ʹyemîn li Tebqayê li dar xist.

*4’ê Kanûnê, Tevgera Hîlala Zêrîn klîba “Baraye” ji bo piştgiriya serhildana Rojhilatê Kurdistanê û Îranê derxist.

ABORÎ

*6’ê Sibatê, Kongra Star li navçeya Tirbespiyê firinek bi navê şehîd Hêvîdar Tirbespiyê vekir.

*6`ê Adarê Şitilgeha Şehîd Hevrîn Xelef li Qamişloyê hat vekirin.

*Di meha Hezîranê de Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê genim berhev kir ku li 470 donimî çandibû.

*Di meha Mijadarê de, Kooperatîfa Bajarokê Hilwe ya Aboriya Jinan a navçeya Tirbespiyê ku ji 6 jinan pêk tê, dest bi çandina sebzeyên zivistanê di 20 doniman de kir.

*Nivîsgehên Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê 4 firinên şêranî û nan vekirin ku 15 jin tê de kar dikin. Li Tebqayê jî, firineke şêraniyê, kargeheke turikên naylon û mala mûnê, li Minbicê gelek proje vekirin di nav de firineke kiloran û dikaneke cilan heye.

*Kongra Star 3 firin li navçeya Tirbespiyê vekirin. Di her firinekê de 4 jin dixebitin, 2 çewlikên mirîşkan ku tê de 8 jin kar dikin, vekirin. Her wiha 7 hezar û 700 darên zeytûnan li Dêrazor, Tebqa, Reqa û Minbicê çandin.

*Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 11 baxçeyên zarokan li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekirin. Her wiha kargehên dirûtinê vekirin û ji bo jinên ku tundî li ser wan tê kirin navendek vekir. Heman demê ji bo pêşxistina jinan gelek panel û komxebat li dar xistin.

SÛCÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER ÊN LI DIJÎ JINÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ

*20’ê Nîsanê, di encama êrişa balafireke bêmirov a biçek a artêşa Tirk a dagirker de şervanên YPJ’ê Ranya Henan (Dilar Heleb), Rodîn Ebdilqadir Mihemed (Ronahî Kobanê) û Cîhan Nîdal Elî (Kobanê) şehîd bûn.

*30’yê Gulanê, di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a li dijî erebeya wan de, şervana YPJ’ê Rehîme Xezalî (Mizgîn Botan) û kesayeta welatparêz Kîsra Melik li gundê Sêgirka yê Qamişloyê şehîd bûn.

*22’yê Tîrmehê, di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî erebeyekê ya li ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê de, fermandara Yekîneyên Antî Teror (YAT) Jiyan Tolhildan û fermandara YPJ’ê Roj Xabûr û şervana YAT’ê Barîn Botan şehîd bûn.

*28’ê Tîrmehê, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn  Beşar Mihemed Elî Bozan, Cîhan Mihemed Mistefa, Sara Mihemed El Hisên û Selma Elî Mistefa li Eyn Îsayê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser erebeya wan de şehîd bûn.

*9’ê Tebaxê, dewleta Tirk a dagirker noqteyeke Hêzên Xweparastinê ku nexweşxaneyên Qamişlo diparastin kir hedef, di encamê de 4 şervanên Hêzên Erka Xweparastinê şehîd bûn, yek ji wan Dilsoz Tirbespiyê bû.

*18’ê Tebaxê, dewleta Tirk a dagirker navenda perwerdekirina keçan a li gundê Şemokê ya Kantona Hesekê kir hedef, di encamê de 6 keç şehîd bûn û 10 din birîndar bûn.

*27’ê Îlonê, hevseroketiya Nivîsgeha Karên Edalet û Îslahê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê (Zeyneb Mihemed û Yilmaz Reşo) di encama êrişa balafireke bêmirov a biçek a artêşa Tirk a dagirker de li Girkê Legê şehîd bûn.

(mh)

ANHA