Şêniyên Reqa û Dêrazorê ji bo rêber Ocalan meşiyan

Bi sedan şêniyên Reqa û Dêrazorê daketin qada û banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir.

Şêniyên Reqa û Dêrazorê ji bo rêber Ocalan meşiyan
Şêniyên Reqa û Dêrazorê ji bo rêber Ocalan meşiyan
Şêniyên Reqa û Dêrazorê ji bo rêber Ocalan meşiyan
Şêniyên Reqa û Dêrazorê ji bo rêber Ocalan meşiyan
Şêniyên Reqa û Dêrazorê ji bo rêber Ocalan meşiyan
Şêniyên Reqa û Dêrazorê ji bo rêber Ocalan meşiyan
Şêniyên Reqa û Dêrazorê ji bo rêber Ocalan meşiyan
Şêniyên Reqa û Dêrazorê ji bo rêber Ocalan meşiyan
Şêniyên Reqa û Dêrazorê ji bo rêber Ocalan meşiyan
Şêniyên Reqa û Dêrazorê ji bo rêber Ocalan meşiyan
24 kanûn, 2022   15:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Bertekên li dijî tecrîda giran a li ser rêber Abdullah Ocalan dewam dike.

Şêniyên bajarokê Hizêma yê gundewarê bakur ê Reqayê bi meşekê azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan xwest. Meş ji ber avahiya Meclisa Giştî ya bajarokê Hizêma dest pê kir. Di meşê de dirûşmên "Na ji dagirkeriya Tirk re" û "Bijî serok Ocalan" hatin berzkirin û pankartên bi nivîsên "Em êrişa terorîst a faşîmza Tirk a li Parîsê ya li dijî gelê Kurd şermezar dikin" û "Em banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dikin" hatin vekirin.

Meş li qada giştî sekinî. Hevserokê Meclisa gundê Kalta ya bakurê Reqayê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em bang li tevahî rêxistinên hiqûqî û dewletên cîhanê dikin ku azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan pêk bînin. Ji dema komploya navneteweyî ya 15ʹê Sibata 1999ʹan ve tecrîd berdewam e. Ji Adara 2021ʹê ve tu agahî li ser rewşa tenduristî ya rêbertî nehatine girtin. Parêzer hefteyê du caran ji bo hevdîtinê serlêdan dikin, lê hemû daxwazên hevdîtinê tên redkirin.

Em teqez dikin ku têkoşîn û berxwedana me ta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan berdewam e. Ev dev ji rêgezê xwe bernadin. Bi îradeya xwe ya xurt û bi rih û têkoşîna şehîdên xwe em ê xaka xwe ji dagirkeran rizgar bikin."

Şêniyên gundewarê rojhilat ê Dêrazorê jî bi heman armancê daketin qadan. Meşê li ber avahiya Meclis Giştî ber bi navenda bajar ve dest pê kir.

Meş li navenda bajar veguherî mîtîngê. Li vir endamê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya bajarokê Kerama Îbrahîm El Hindî daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin "Rêber Abdullah Ocalan mezinê vê serdemê ye. Tecrîda li ser wî li dijî qanûnên navneteweyî û rêgezên dadmeniya mirovî ye."

DÊRAZOR

Şêniyên gundewarê rojhilat ê Dêrazorê jî meşek li dar xist. Meş ji ber avahiya Meclisa Herêma Rojhilat ber bi rêya bajarokê Hecînê ve dest pê kir. Di meşê de wêneyên rêber Ocalan û pankartên "Na ji terora Erdogan re" hatin hildan.

Li ser rêya Hecînê deqeyeke rêz hat girtin. Piştre cîgirê serokê Meclisa Herêma Rojhilat Selah Selman daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin "Em bêdengiya navneteweyî ya li hemberî kiryarên plankirî yên dewleta Tirk ên guhertina demografîk a cihên Kurd, Ereb, Ereb, Ermen, Asur û Xiristiyan şermezar dikin. Ev hemû bi armanca têkbirina projeya neteweya demokratîk û bidestxistina destkeftiyên siyasî li ser hesabê gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên kirin."

Di daxuyaniyê de bang li cîhana azad û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku tecrîdê bi dawî bikin û hate gotin "Girtina rêber Ocalan sûcek li dijî mafên mirovahî, demokrasî û azdaiya gelan e."

Di daxuyaniyê bêdengiya navneteweyî ya li hemberî ambargoya ku hikumeta Şamê li ser Şehba, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ferz kiriye, hat şermezarkirin û hate destnîşankirin ku hêzên navneteweyî berpirsên kirinên hikumeta Şamê ne.

Di daxuyaniyê de banga girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêşiya balafirên dewleta Tirk a dagirker hat kirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/wDpt2X2co4k" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>