′Divê Fransa komkujiyê lêpirsîn bike û Kurdan biparêze′

Yekitiya Parêzeran a herêma Cizîrê, xwendekarên Zanîngeha Kobanê û Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Komkujiya Duyem a Parîsê şermezar kir.

′Divê Fransa komkujiyê lêpirsîn bike û Kurdan biparêze′
24 kanûn, 2022   15:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê li pêş Meclisa Edaleta Civakî ya Qamişloyê bi beşdariya endamên meclisê û endamên Meclisa Jinan a Edaleta Civakî daxuyaniyek da. Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Cizîrê Ciwan Mihemed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin edalet ew e ku ne tedbîr li dijî sûcdar be, lê divê lêpirsîn li ser aliyên li pişt sûcê were firehkirin. Ji ber dewleta Tirk a dagirker bi israr e ku li her derê gelê Kurd hedef bigire. Divê li hember vê komkujiya ku duh li Parîsê pêk hatiye, hikumetên Ewropa li hesab û helwestên xwe vegerin.

Her wiha hate gotin divê hikumeta Fransa Kurdan û saziyên wan ên li Fransa biparêze û saziyên edaletê bi lez lêpirsînên cidî li ser vê yekê pêk bnin, sûcdaran û ajoyên li pey vê komkujiyê eşkere bikin û encamên wê bi raya giştî re parve bikin.

KOBANÊ

/ar/uploads/files/2022/12/24/134734_byan-jamah-kwbany.webp

Xwendekarên Zanîngeha Kobanê bi daxuyaniyekê ev komkujî şermezar kir û bi êrişa terorane wesif kir. Xwendekar Newaf Ehmed li pêş Zanîngeha Kobanê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate wesifkirin ku komkujî ji bo tevahî gelê Kurd êşek e û divê desthilatên Fransa bi awayekî cidî dan û standinê bi vê sûcê re bikin û sûcdaran ceza bikin.

Her wiha bang li hemû akademîsyen, gelê Kurd, siyasetmedar, rewşenbîr û saziyên têkildarî hate kirin ku li hember vê komkujiyê bê deng nemînin û helwesteke zelal nîşan bidin.

TEBQA

/ar/uploads/files/2022/12/24/134923_alidarh-almdnyh-fy-altbqh-jrymh-barys-ywm-ams-mrwah-wtdhaf-lsjl-aldwlh-altrkyh.webp

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê bi daxuyaniyekê ev komkujî şermezar kir. Hevserokê Qanûnsaz a Tebqayê Hamid El Fereh bi beşdariya nûnerên ji Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, şêx û rûspiyên eşîrên Tebqa û endamên partiyên siyasî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku rojane dewleta Tirk a dagirker ji cîhanê re dijminahiya xwe ji gelên herêmê û projeya neteweya demokratîk re eşkere dike.

Di dawiyê de hate gotin armanc ji pêkanîna komkujiyan li dijî Kurdan berxwedana têkoşer û destkeftiyên şoreşê derbe bikin.

(fr)

ANHA