Kurdên li Beyrûtê li pêşiya balyozxaneya Fransayê çalakî li dar xist

Kurdên li paytexta Lubnan Beyrûtê bang li dewleta Fransa kir ku berpirsên komkujiya Parîsê eşkere bikin û kurdan û saziyên wan biparêzin.

Kurdên li Beyrûtê li pêşiya balyozxaneya Fransayê çalakî li dar xist
24 kanûn, 2022   14:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeleya Newroz a Çanda Civakî bi beşdarbûna bi sedan kesî çalakiyek li ber balyozxaneya Fransa ya li Beyrûtê li dar xist.

Di çalakiyê de wêneyên rêber Abdullah Ocalan, şehîdan û al û sembolên Kurd, ala Lubnanê, pankartên bi nivîsên "Qatilên Kurdan bisekinin" û "Erdogan me dikuje" hatin hildan. Çalakgeran dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re û şermezarkirina Erdogan berz kirin

Di çalakiyê de sekretêra Komeleya Newroz a Çanda Civakî  Nesrîn Biro daxuyaniya  komeleyê xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk li ber çav û guhê tevahî cîhanê şerekî topyakûnê li dijî Kurdistanê û derveyî wê pêk tîne, her jineke çalakger û hemû saziyên kurdan dike hedef.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewlet Tirk a faşîst operasyoneke qirkirina fîzîkî û çandî li dijî gelê Kurd û nasnameya wê pêk tîne.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin "Kurd di wê baweriyê de ne ku  komkujiya duyemîn a Parîsê ji aliyê AKPʹê û hevkarên wê û alavên wê yên terorîst ve hatiye plankirin.  Ev alî hêz û cesareta xwe ji bêdengiya navneteweyî û destekê Ewropayê digirin."

Komeleyê bi navê Kurdên li Beyrûtê komkujiya li Parîsê bi tundî şermezar kir û ji malbatên şehîdan re sersaxî û ji birîndaran re şîfa lezgîn xwest.

Komeleyê bang li hikumeta Fransayê kir ku tevahî tedbîrên qanûnî pêk bînin da ku sûcdarên werin eşkerekirin û hesan ji wan were xwestin.

Di daxuyaniya komeleyê de bang li dewleta Fransa û tevahî dewletên Ewropayê hat kirin Kurdan û saziyên wan ji êrişên dewleta Tirk biparêzin.

Nûnera Meclisa Jinan a  PYDʹê ya Lubnanê Meyada Erebo ji ANHAʹyê re axivî, diyar kir ku ev êriş rûreşiyeke û got: "Her car Kurd, heger şervan be, an hunermend be an jî dengbêje dibe hedef. Lê tevî hemû êrişan em ê têkoşînê dewam bikin û xeta pêşeng û şehîdan bişopînin.ʹʹ

Di dawiya çalakiyê de endama komeleyê Henan Osman nameya şermezarkirina komkujiyê radestî balyozxaneya Fransayê kir. Di nameyê de ji hikumeta Fransayê tê xwestin ku der barê vê komkujiyê de lêpirsînê ve, hesab ji sûcdaran bixwaze. Her wiha bang li dewleta Fransa û dewletên Ewropayê tê kirin ku Kurdan û saziyên wan biparêzin.

ANHA