KPC-D`ê dorpêça hikumeta Şamê şermezar kir

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokartîk dorpêça hikumeta Şamê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şermezar kir û got ku divê ji bo şikandina dorpêçê têkoşîn were bilindkirin.

KPC-D`ê dorpêça hikumeta Şamê şermezar kir
24 kanûn, 2022   11:08
HELEB

Bi dehan endamên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) a Helebê li pêş hola civînan a li rojavayê taxa Şêxmeqsûdê kom bûn û bi daxuyaniyekê dorpêça hikumeta Şamê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kir.

Endama rêveber a KPC-D′ê Zîlan Şêxo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku gelê Kurd di oxira azadiyê û avakirina civakeke demokratîk a pirrengî ya li gorî jiyana hevbeş de, li hember dagirker, DAIŞ′ê û dewleta Tirk a dagirker gelek fedekarî kir.

Hate destnîşankirin ku armanca hikumeta Şamê derbekirina projeya ‎neteweya demokratîk a bi nûnertiya Rêveberiya Xweser e û hat gotin ku gelê herêmê wê li hember van ‎kiryarên derexlaqî têkoşînê bilind bike.‎

Di dawiyê de bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku bi erkên xwe ‎rabin û sînorekê ji sûcên dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê re deynin.‎

‎(fr)‎

ANHA