Nasnameyên şehîdên Parîsê hatin eşkerekirin

Nasnameyên 3 kesên ku di êrişa li dijî Navenda Çandê ya Ahmet Kaya ya Parîsê de şehîd bibûn, eşkere bûn.

Nasnameyên şehîdên Parîsê hatin eşkerekirin
24 kanûn, 2022   06:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokên KCDK-E’yê Fatoş Goksûngûr û Yuksel Koç bi daxuyaniyekê nasnameyên kesên di êrişa bi ser Navenda Çandê ya Kurd a li Parîsa paytexta Fransayê de şehîd bûn, eşkere kirin.

Daxuyanî li Parîsê hat dayîn. Goksûngûr Tirkî, Koç jî Kurdiya daxuyaniyê xwend. Hevserokan diyar kirin ku kesên şehîd bûne Evîn (Emîne Kara) a pêşengeke ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd, ji Tevgera Çandê Mîr Perwer (M. Şîrîn Aydin) û Abdurehman Kizil in.

Hevserokan bang li hemû Kurdan kir ku ji bo protestokirina êrişa terorî û şermezarkirina xemsariya Fransa ya li dijî rejîma faşîst a Tirk, tev li xwepêşandana mezin bibin ku wê 24’ê Kanûnê saet di 12.00’an de li Place de la Répûblîqûeyê bê lidarxistin.