ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-12-2022`YAN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-12-2022`YAN
23 kanûn, 2022   23:00

Şêniyên Minbicê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û ji bo banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan bikin, xwepêşandanê li dar dixin saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi boneya 2`yemîn salvegera bîranîna hunermendê nemir Mihemed Elî Şakir, Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê û Yekitiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê, şevbuhêrkek li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişlo li dar dixe saet di 16:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star a navçeya Til Hemîs ya kantona Qamişlo têkildarî tecrîdê panelek li navenda çandê li dar dixe saet di 12:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star a navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo têkildarî tecrîdê panelek li Navenda Çandê li dar dixe saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo, têkildarî komkujiya Parîsê daxuyanî dide saet di 12:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Kongra Star a Qamişlo têkildarî komkujiya Parîsê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo daxuyanî didin saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Qamişlo ji bo şermezarkirina komkujiya Parîsê, ji pêşiya nivîsgeha PYD`ê heta çerxerêya Sonî dimeşin, saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisên navçeyên Dêrik, Girkê Legê, ÇIlaxa, Tirbespiyê, Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîzê, ji bo şermezarkirina komkujiya li Parîsê dauxyaniyên cuda didin saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rewşenbîrên Tebqayê da zanîn ku paşguhkirina CPT′yê ji erkên xwe re dewama Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan e û got bêdengiya rêxistinên mirovî û hiqûqî li hember tecrîda li dijî rêber Ocalan hevkarî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ciwanên Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê bang li hikumeta Şamê kir ku yekser dorpêça li ser Şehbayê, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi dawî bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Siyasetmedarên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê pesna berxwedana gerîla li hember êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker da û diyar kirin ku gelên Rojavayê Kurdistanê hêzê ji şagirtên dibistana tevgera azadiyê digirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dixtor Xalid Dawûd destnîşan kir ku kuştina Ayda Rustemî derveyî pîvanên exlaqî û mirovî ye, lewma divê bûyer were lêkolînkirin. Endama Kordînasyona Kongra Star Rihan Loqo jî got ew ê li dijî desthilatdariyê têkoşîna xwe bidomînin û banga piştgiriya serhildana Rojhilat û Îranê li hemû saziyên jinan kir. 

DOSYA

Rêveberiya Xweser di 2022`yan di aliyê dîplomatîk de li ser asta cîhanê pêşketin pêk anî û nêrîn û projeya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cîhanê da nasandin.

CIVAK Û JIYAN

Gerînendetiya Sewalvaniyê ya herêma Cizîrê bi deh hezaran ton êm, bi sed hezaran derzî, bi milyonana lître mazot ji xwediyên sewalan re pêşkêş kirin ku di encamê de sewalvanî, bi pêş ket. Nexasim ku du sal li dû hev hişkesalî di ser herêmê re derbas bû. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîteya Sotemeniyê ya Hesekê heta niha 29 milyon lître mazot ji bo germkirinê li şêniyan belav kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA