​​​​​​​PYD`ê: Divê desthilata Fransî lêpirsînekê çêke û aliyên li paş komkujiyê eşkere bike

PYD`ê komkujiya li dijî kurdan li Parîsê şermezar kir û bang li hikumeta Fransayê kir ku lêpirsînekê çêke û aliyên li paş komkujiyê eşkere bike.

​​​​​​​PYD`ê: Divê desthilata Fransî lêpirsînekê çêke û aliyên li paş komkujiyê eşkere bike
23 kanûn, 2022   19:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek têkildarî komkujiya li Parîsê weşand.

Di daxuyaniyê de meclisa PYD`ê diyar kir ku bi nêzîkbûna 10`emîn salvegera komkujiya Parîsê ya li dijî 3 pêşengên Kurd; Sakîna Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylmaz ku di 2013`an de pêk hatiye, pêkanîna komkujiyeke din li heman bajarî aliyê ji pêkanîna sûcan li dijî kurdan sûdê digirin, eşkere dike.

Meclisê destnîşan kir ku çawa dewleta Tirk li paş komkujiya li dijî 3 pêşengên jin bû, teqez berpirsa komkujiya îro li Parîsê rû daye. Her wiha diyar kir ku ev komkujî, nirxên demokratîk û mirovî yên Fransayê dixe ceribandinê.

Meclisê komkujî şermezar kir û bang li desthilata Fransî kir ku lêpirsînekê çêke û aliyên li paş komkujiyê eşkere bike. Her wiha sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û destnîşan kir ku ew bi nirxên xwe yên demokratîk, azadî û biratiya gelan ve girêdayî ne.

Meclisê di dawiya daxuyaniyê de got: “Delweta Tirk a faşîst a ku kurdan li her derê dike hedef û hewl dide ku destkeftiyên wan têk bibe, nikare armancên xwe yên dijminane û dagirkirinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê pêk bîne.”

(şx)