Li bajarên Ewropayê kurd li qadan in

Kurdên li welatên Ewropayê dijîn li dijî komkujiya li paytexta Fransa Parîsê ku 3 Kurd tê de şehîd bibûn, daketin qadan û komkujî protesto kirin.

Li bajarên Ewropayê kurd li qadan in
23 kanûn, 2022   19:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Kurdên li welatên Ewropayê dijîn li dijî komkujiya li paytexta Fransa Parîsê ku 3 Kurd tê de şehîd bûn, daketin qadan û komkujî protesto kirin.

STUTTGART

Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê, li paytexta Fransa Parîsê, êrişa çekdarî ya li dijî Komeleya Çanda Kurd hat protestokirin û kesên di êrişa komkujiyê de şehîd bûne, hatin bîranîn. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Şehit namirin”, “Li dijî faşîzmê mil bi mil“, “Bijî piştevaniya enternasyonal” û “Terorîst Erdogan” hatin berzkirin. Di çalakiyê de alên PKK, MLKP, AVEG-KON, Partîzan, ATÎK û YDG’ê hatin hildan.

MANNHEÎM

Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê mîtîngeke protestoyî hat lidarxistin. Gelê ku li Wassertûrmê hat ba hev, îşaret pê kir ku êriş ne birasthatinî ye û wiha got: “Êrişkarê hêj nû ji girtîgehê derketiye, bi cebilxaneya di çenteyê xwe de êrişê Komeleya Çandê ya Kurd û kargehê Kurdan kiriye. Ev nîşaneya planekê organîzekirî yê dewleta Tirk e.“

BERLÎN

Li Berlîna paytexta Elmanyayê, êrişa berpêyî Navenda Çandê ya Kurd a û dikandaran a li Parîsê, hat protestokirin.

Kurdistaniyên li ser bangewaziya Meclisa Jinan Dest Dan û Meclisa Nav-Berlînê hatin ba hev, bi tevlêbûna Tirkiyeyî û enternasyonelan mtingeke protestoyî li dar xist.

Gelek nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl tev li mîtîngê bûn. Di mitingê de wiha hat gotin: “Kiryarên êrişa li Parîsê li ber çavan in. Bi derneketina holê ya kiryar û kujerên Sara, Rojbîn û Ronahiyê, rê li ber van êrişan vebû.“

Gava çalakiyê, bêyî navber dirûşmên “Sara, Rojbîn, Ronahî, jin, jiyan, azadî“ û “Bimire xiyanet“ hatin berzkirin.

HANNOVER

Kurdistanî û dostên wan ên ku li ber Hauptbahnhof a bajarê Hannover ê Elmanyayê hatin ba hev, êrişa li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya û kargehên Kurdan ên li paytexta Fransa Parîsê şermezar kirin.

Di çalakiyê de dirûşmeyên "Tolhildan", "PKK", "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.

DARMSTADT

Kurdistaniyên li qada Lûîsentplatz a bajarê Darmstadt ê Elmanyayê hatin ba hev, êrişa li Parîsê bi mîtîngekê şermezar kir.

Kurdistaniyan diyar kir ku êriş bi fermana Erdogan û Suleyman Soylû hatiye kirin û bang li gel kir ku sibehê biçe Parîsê û li şehîd û birîndaran bibe xwedî.

KOPENHAG

Li paytexta Danîmarka Kopenhagê Kurdistanî li ber Balyozxaneya Fransayê hatin ba hev û komkujiya faşîst a li ser Navenda Çanda Ahmet Kaya hat kirin, şermezar kir.

Di dema axaftinê de bê navber dirûşmeyên “Faşîst Erdogan”, “Em komkujiyên lîderê DAÎŞ’ê Erdogan ên li Parîsê pêk anî protesto dikin”, “Bêdeng nemîne” û “Hingê ku bêdeng bimînî, wê hîn zêdetir komkujî çêbibin” hatin berzkirin.

Girseyê di serî de Fransa bang li Yekitiya Ewropa û welatên din kir ku li dijî van komkujiyên faşîst û hovane yên li dijî gelê Kurd tê kirin, peywira xwe bi cih bînin.

HELSÎNKÎ

Li bajarê Helsînkî yê Fînlandiyayê jî gelê ku bi qetlîama li Parîsê hisiya, hat ber Sefaretxaneya Fransayê. Bi daxuyaniya ku li ber sefaretxaneyê hat dayîn, banga eşkerekirina hêza li pişt qetlîamê hat kirin. Qetlîam, bi berzkirina dirûşman hat şermezarkirin.

LÎMASOL

Ji bo protestokirina komkujiya li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li paytexta Fransa Parîsê, Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Lîmasol ê Qibrisê dijîn, hatin ba hev û meş û mîtîng li dar xistin.

Kurdistanî û dostên wan li Navenda Çanda Kurd a Teofîlos a Lîmasolê hatin ba hev û ji vir meşiyan. Di meşê de alên PKK, HPG, YPG, YPJ’ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin hildan û dirûşmeyên “Kujer Erdogan”, “Dewleta Tirk a faşîst”, “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan”, “Dîktator Erdogan”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana gelê Kurd” hatin berzkirin.

FREÎBÛRG

Kurd û dostên wan li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê ji bo protestokirina komkujiya li Parîsê, li qadan bûn.

Di çalakiyê de peyama “Em faîlên vê komkujiyê nas dikin. Teqez ne tesaduf e ku ev komkujî di salvegera 10’emîn a qetilkirina Sakîne Cansizan de, hatiye kirin. Yê ev komkujî pêk anî ne tenê yek kes e, em faîlê li pişt jî nas dikin û em ê hesab bipirsin. Heta ku em bersivekê digirin, em ê terka qadan nekin” hat dayîn.

GÎESSEN

Kurdistaniyên piştî banga tevger û rêxistinên azadiyê yên Kurd, li bajarê Gîessen ê Elmanyayê hatin ba hev, qetlîama li Parîsê protesto kir.

Di mîtînga bi pêşengiya DKTM ya Gîessenê hat lidarxistin de, gel daxwaza eşkerekirina hêzên li pişt qetlîamê kir û bang kir ku her kes sibehê biçe Parîsê ku qetlîam lê hat kirin.

ATÎNA

Kurd û dostên xwe yên li Atînayê, ji bo protestokirina êrişa li Navenda Çandê ya Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê, ji Qada Syntagmayê pêşî meşiyan ber Sefaretxaneya Fransayê, ji wir jî meşiyan ber Sefaretxaneya Tirkiyeyê.

Polîsên Yewnan, ber li girseyê girt ku gihîşt ber Sefaretxaneya Fransayê. Girseyê, bi berzkirina diruşiman û çepikan li xwepêşandanê dewam kir. Polîsan, bi bombeyên gazê êriş bir ser girseyê. Polîsan, daxwaza belavbûnê li girseyê kir lê gel di lidarxistina çalakiyê de bi israr bû û ji cihê lê bû veneqetiya û bi berzkirina diruşiman li xwepêşandanê dewam kir.

Girseyê, bêyî navber diruşimên “PKK, tolhildan“, “Fransaya dîktator“ û “Erdoganê faşîst ê kujer“ berz kirin û diyar kir ta ku rê bê vebibe ew ê li ber meclîsa Yewnanistanê li xwepêşandanê dewam bike. Polîsan piştre rê vekir û hişt ku girse bimeşe ber bi Sefaretxaneya Tirkiyeyê ve.

Girse ku gihîşt ber Sefaretxaneya Tirkiyê. Li ser navê Navenda Çandê ya Kurd a Atînayê daxuyanî hat dayîn. Êriş, bi daxuyaniyê hat şermezarkirin.

DORTMUND

Li Dortmûnd a Elmanyayê Kurdistanî û dostên wan saet di 17.00 de li ber stasyona trenê ya navendî li hev civiyan û komkujiya li Parîsê şermezar kirin.

Di çalakiyê de pankartên “Ewropa, li hemberî komkujî û bomberdûmana dewleta Tirk a li Kurdistanê bêdeng namîne!”, “Îxracata çekan û piştgiriya aborî ya ji bo dewleta Tirk dibe sedema qirkirina Kurdan” hatin hildan.