Rojnameyên erebî: Têkildarî alîkariyên mirovî yên ji bo Sûriyê nakokî hene

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa mekanîzmaya alîkariyên mirovî ji Sûriyê re, rewşa Lîbyayê û rageşiya Îsraîl-Filistînê kir.

Rojnameyên erebî: Têkildarî alîkariyên mirovî yên ji bo Sûriyê nakokî hene
23 kanûn, 2022   08:12
NAVENDA NÛÇEYAN

′MOSKOVÊ DÎSA NAKOKIYÊN LI SER ALÎKARIYÊN MIROVÎ YÊN JI BO SÛRIYÊ NÛ KIRIN′

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El Ewset ev wiha nivîsand: "Moskovê careke din dest bi şerekî dîplomatîk li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) kir û helwesta xwe ya tund a li hember dirêjkirina mekanîzmaya navneteweyî ya gihandina alîkariyên mirovî ji Sûriyê re heta 6 mehên din ragihand. Hemwextî helwesta Rûsyayê ku li bendê ne lihevkirin li ser dosyaya mirovî li gel rageşiya ji aliyê Şamê ve çêbin, pêk hat. Şamê jî dijberiya xwe ji dirêjkirina mekanîzmaya navneteweyî re nîşan da. Ew yek di demekê de ku nûnerê navneteweyî ji bo Sûriyê Geir Pedersen şeva çarşemê hişyarî li ser rewşa mirovî ya Sûriyê da, gavên ji bo şikandina vê sarbûnê û ji nû ve destpêkirina dan û standinên siyasî pêşniyar kirin, pêk hat.

Helwesta nûnerê daîmî yê Rûsyayê yê NY′ê Vasily Nebenzia ne surprîz bû. Ji ber ku berê jî Moskovê rêveçûna xebata lihevkirina navneteweyî ya dirêjkirina alîkariyên mirovî di Hezîranê de rexne kir.

Nîqaşên Moskovê bi dewleta Tirk re li ser tevgera leşkerî ya Enqereyê li herêmên bakurê Sûriyê ketine nava dosyaya derbaskirina alîkariyan, bi taybet deriyê yekane ku Moskovê li ser derbaskirina alîkariyan erê kiriye, deriyê Bab El Hewa yê li ser sînorê Tirkiyê ye. Şîrovekaran da zanîn helwesta Rûsyayê ya dijberiya dirêjkirina mekanîzmaya navneteweyî di çarçoveya zexta wê ya li ser Enqereyê de ye ku çalakiyên xwe yên leşkerî li herêmê zêde neke.”

′BAŞAXA HIKUMETA NÛ YA LÎBYAYÊ PÊŞWAZ KIR′

Rojnameya El Ereb têkildarî rewşa Lîbyayê wiha nivîsand: "Serokê hikumetê Fethî Başaxa yê ji hêla Meclisa Nûneran a Lîbyayê ve hatiye erkdarkirin, bi awayekî lez banga Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya destpêkirina diyalogeke nîştimanî ya giştî ku tê de hemû civata Lîbyayê beşdar bibe, pêşwaz kir. Armanca wê yekê hikumetek dikare li hemû welat kar bike, were avakirin û nûnertiya hemû lîbyayiyan bike.

Serokê Hikumeta Wehde El Weteniyê Ebdulhemîd Debîbe jî ku erka wî bi dawî bûye, li hember banga Konseya Ewlehiyê bê deng ma. "

′LI XEZAYÊ METIRSÎ LI SER BILINDBÛNA RAGEŞIYÊ HENE′

Rojnameya El Beyan girêdayî rewşa Filistînê ev tişt nivîsî: "Gelo dê Benjamin Netanyahu di kontrolkirina hevalbendên xwe yên rastgir de bi ser bikeve? Gelek îsraîlî û xezayî vê pirse dikin. Her wiha rageşiya leşkerî li xaka Filistînê ji dema bidawîbûna serhildana duyemîn ve zêde bibin.

Piştî ku Netanyahu bi hevalbendên xwe re di hilbijartinên qanûnsaz de ku 1′ê Mijdarê pêk hatine, bi ser ket, ‎şeva çarşemê ji serokkomarê Îsraîlê Isaac Herzog re got ew di avakirina hikumetê de bi hevkarên xwe re yên di partiyên olî û rastgir de bi ser ket.

3 dîplomatên rojavayî yên payebilind ji AFP′ê re got ew li ser gihandina Itamar bin Gvir re ji bo birêvebirina fermandariya polîsên nobetdarên sînor ên li Xezayê belav bûne, metirsîdar in."

(fr)