Hiqûqnasên Reqayê tecrîda li ser Rêber Ocalan şermezar kir

Hiqûqnasên Reqayê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û kiryarên dûrî durstbûnê yên CPT'ê rexne kirin. Her wiha bang li hempêşiyên xwe yên parêzer ên li cîhanê kir ku bixebitin da ku bal bikşînin ser rewşa bi fikar a girtîgeha îmraliyê.

Hiqûqnasên Reqayê tecrîda li ser Rêber Ocalan şermezar kir
23 kanûn, 2022   05:59
REQA - ENES MIHEMED

Dewleta Tirk tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan didomîne, ji ber ku ji fikrê wî yê demokratîk ditirse ku li dijî siyaseta wê ye.

Têkildarî wê, hevserokê Yekitiya Parêzeran a Reqayê, Xalid El Hesen diyar kir ku dema dewleta Tirk rêber Abdullah Ocalan sala 1999'an dîl girtiye, tevahî rêxistin, qanûnên navnetweyî û qanûnên mafên mirovan bin pê kir.

El Hesen destnîşan kir ku dewleta Tirk eşkere sûcan li dijî rêber Abdullah Ocalan pêk tîne, rêber xistiye hucreya tekakesî, lê ev li dijî qanûnan e ji ber ku girtiyekî siyasî ye ne ku sûcekî cezayî yan jî têkiliya wî bi terorê heye û ev li gotinên xwe zêde kir: “Hevdîtina bi malbat û parêzeran re jî qedexe dike. Ev jî sûcek li dijî mafên mirovan e.”

El Hesen CPT'ê rexne kir û got: “CPT'ê dûrî duristbûn û bêalîbûnê ye.”

El Hesen bang li tevahî hiqûqnasên azad li serasnerî cîhanê kir ku lûbiyek qanûnî ava bikin da ku balê bikşînin ser tenduristiya rêber Abdullah Ocalan û mafê wî di serdana malbat û parêzeran de.

El Hesen axaftina xwe wiha domand: “Komîteya belgekirina mafên mirovan, komîteya binpêkirinên mafên mirovan û komîteya parastina rêber Ocalan banga xwe berdewam dikin ku rêber Ocalan mafê hêviyê bi dest bixe.”

El Hesen bi bîr xist ku dewleta Tirk li ser qanûna mafê hêviyê îmze kiriye ku mafê dide girtiyên siyasî dema temenê wan 70 derbas bike û zêdetirî 20 salan di girtîgehê de mabe, ji girtîgehê derkevin û jiyana xwe di nava malbata xwe derbas bikin. El Hesen ev li gotinên xwe zêde kir: “Lê pergala Tirkiyê birêz Ocalan ji vê mafê bêpar hişt. Dadgehek jê re ava kir û heta ji mafê parastinê jî bê par hişt. Bi gelek tawanên ku dûrî nêrî, fikr û siyaseta wî, tawanbar kir.”

El Hesen diyar kir ku projeya Rêveberiya Xweser xwe dispêre rêgeza netewa demokratîk û biratiya gelan û êdî bû xewnê hemû gelên Rojhilata Navîn.

El Hesen anî ziman ku tevahî pergalên dewletan li dijî fikrê rêber Abdullah Ocalan û ji ber wî fikrî,  wî ceza dikin, lê ew nizanin ku ew fikr belav bûye û ev agahî parve kirin: “Em hewl didin dosyayan amade bikin, fikrê wî şîrove bikin û belav bikin da ku bala hemû gelên Rojhilata Navîn bikişîne.”

El Hesen di dawiya axaftina xwe de piştrast kir ku kiryarên li dijî rêber Abdullah Ocalan di girtîgehê de, gihaştine asta sûcên şer ê navneteweyî.

Hevseroka Yekitiya Parêzeran a Reqayê Xedîce Bidêwî da zanîn ku tu kes balê nakişîne li ser binpêkirina mafên mirovan a tund ku di bi revandina rêber Abdullah Ocalan û rêgirtina li pêşiya fikrê wî dest pê kiriye.

Xedîce diyar kir ku tenduristiya rêber Abdullah Ocalan di girtîgehê îmralî de ne diyar e û tu agahî ji wî nayên girtin

Xedîce da zanîn ku Komîteya Paratina Serok, bi awayekî asayî muzekereyan dişînin û banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan, bidestxistina mafê hêviyê û eşkerekirina tenduristiya wî dikin.

Der barê helwesta gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û girêdana wan bi fikrê rêber Ocalan de Xedîce got: “Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dev ji berxwedanê li rex QSD`ê û daxwaza pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan bernade.”

(dm)

ANHA