Rojnamevanek ji Siwêdayê: Dibe ku xwepêşandan bigihêjin Şam û Humsê

Rojnamevan Reyan Marûf ê ji Siwêdayê anî ziman ku pêwîstiya Sûriyê bi çareseriyeke siyasî heye û got dibe ku xwepêşandanên li parêzgehên başûr dewam dikin û li Şam û Humsê jî belav bibin.

Rojnamevanek ji Siwêdayê: Dibe ku xwepêşandan bigihêjin Şam û Humsê
23 kanûn, 2022   06:33
NAVENDA NÛÇEYAN- YEHYA EL HEBÎB

Li bajarê Siwêdayê yê li başûrê Sûriyê xwepêşandanên li dijî rewşa debarê ya xirab dewam dikin. Roja duşema borî bi dehan şêniyên parêzgehê li qada Seyr a naverasta bajar  çalakiyeke bêdeng li dar xist û dirûşmên "Banga pêkanîna biryara Konseya Ewlehiyê ya 2254ʹan", "Eger gel birçî bibin divê rêveber werin muhasebekirin", "Civakê ji narkotîkê biparêzin", her wiha dirûşmên ji bo mafên gelan, yekitiya gel û xaka Sûriyê berz kirin.

Destpêka meha Kanûnê li bajar tevlihevî, pevçûn û bûyerên tundiyê rû dan. Xwepêşandêran avêtin ser saziyên hikumetê, şewitandin û wêneyên Beşar El Esed qetandin. Di pevçûnan de ciwanek û polîstekî hikumeta Şamê hatin kuştin. Hikumeta Şamê aliyên derve tawanbar kirin ku li pey bûyerên li Siwêdayê ne.

TEVÎ ZEXTAN JÎ XWEPÊŞANDAN DIDOMIN

Rojnamevanê ji Siwêdayê Reyan Marûf ji ANHAʹyê re axivî û diyar kir ku xwepêşandan bi awayên cuda berdewam in û wiha domand: "Roja pêncşemê gelek ciwanan bi şewitandina tekeran rê girtin, pankartên bi bangên başkirina rewşa debarê û aborî û li dijî Îran û Hizbullahê vekirin. Beriya wê bi rojekê jî bi dehan çalakvanên muxalîf çalakiyeke bêdeng li Qada Seyr a navenda bajarê Siwêdayê li dar xist. Bi rastî heta îro xwepêşandan dewam dikin. Komîteyeke birêxistinkirina tevgerê heye ku hewl dide xwepêşandan bi çalakiyên cuda dewam bikin."

Rojnamevan Reyan Marûf bal kişand ser nêzîkatiyên hikumeta Şamê yên li hemberî xwepêşandanan û wiha domand "Zextên hikumeta Şamê hinekî kêm bûne. Zexta herî mezin roja yekemîn a xwepêşandanan a beriya 2 hefteyan bû. Diyar e ku rêbazên çewisandinê yên ku saziyên ewlehiyê bi kar tînin, bi taybet avêtina guleyan li xwepêşanderan cara yekemîn ji sala 2011ʹan ve bû, ruxmî ku li parêzgehê tevegerên aştiyane hene, lê diyar e ku şênî ditirsin ku komkujiyan li dijî xwepêşandêran pêk bîne, ji ber vê yekê aramî hebû û zext kêm bûbû. Ji aliyê kesên ku tevgerê birêxistin dikin ve hewldan hene ku hejmareke mezin a şêniyan bigire nava xwe, nemaze ku rewşa nebaş a aborî û ya debarê faktorê esasî yê van xwepêşandanan e."

‘DAXWAZ SIYASÎ Û ABORÎ NE’

Marûf destnîşan kir ku hin beşên civakê banga başkirina rewşa debarê û aborî dikin û hin kesayet û beşên di nava tevgerê de diyar dikin ku bêyî guhertineke siyasî ya bingehîn rewşa debarê û ya borî baş nabin.

Rojnamevan Reyan Marûf bi domdarî got: “Bi rastî têgihaştineke civakî heye ku bêyî guhertineke siyasî ya bingehîn a li gorî biryara navneteweyî ya 2254ʹan mercên debarê û aborî baş nabin. Civak dizane ku rejîm serhişkiyê dike, tunebûna çareseriyên sedema rasterast a kûrbûna aloziyên debarê û aborî ye. Daxwazên civakê cuda ne, siyasî û aborî ne. Xelk bi giştî çi muxalîf bin an jî alîgir bin, êdî rewşa debarê ya li Sûriyê tehemul nakin. Di xwepêşandanên vê dawiyê de beşên cuda tev lê bûbûn."

‘HEVDÎTINÊN BI RAYEDARÊN HIKUMETA ŞAMÊ RE BÊ ENCAM BÛN’

Têkildarî eger diyalog di navbera xwepêşanderan û hikumeta Şamê de hebin, Marûf got: "Tevgera xwepêşandanan komîteyeke ava kir, misyona komîteyê ew e ku diyalogan pêk bîne. Lê tişta ku heta niha bûye em nikarin bi diyalogan bi nav bikin, ji ber ku tiştek li gel rejîmê tune ye ku pêşkêş bike, lê ev komîte hevdîtin pêk anîn. Mînak roja Çarşemê hevdîtineke bi meclisa gel re pêk anî,  beriya wê jî bi endamên meclisa parêzgehê re hevdîtin kir.  Em nikarin bêjin ku diyalog pêk anîn, lê hevdîtin hebûn. Rejîm endamên meclisa parêzgehê an jî endamên meclisa gel şandin da ku li xwepêşanderan guhdar bikin. Li gel komîteya ku hevdîtinan dike têgihiştineke heye, dibêje ku daxwaz ne taybet ên Siwêdayê ne. Mînak, daxwaz hebû ku para Siwêdayê ya Sotemeniyê zêde bike. Ev daxwaza wê di çarçoveya sûrî de be ku em dixwaza rewşa debarê bi giştî were çareserkirin. Tiştek li gel rejîmê tune ye ku pêşkêş bike. Endamên meclisa gel û parêzgehê jî dibêjin ev tune ye. Êdî baweriya civakê nemaye ku rejîm karibe tiştekî pêşkêş bike."

Marûf ji ber paşguhkirina daxwazên xwepêşandan ji aliyê hikumeta Şamê ve hişyarî da û got: “Li Sûriyê, em bi tevliheviyeke civakî ya nû, birçîbûn, xizanî û hilweşîna welat rû bi rû ne. Mîna bûyerên ku beriya 2 hefteyan rû dabûn, avêtina ser avahiya parêzgariyê, şewitandina wê û şikandina wêneyê Beşar El Esed çênebûne. Sedema sereke ya vê yekê hilweşîna rewşê, xitimîn û nedîtina çareseriyan ji aliyê rejîmê ve ye ku bang li xelkê dike bila sebir bike." 

Reyan Marûf bal kişand ser rêveçûna bûyeran û wiha got: “Li Siwêdayê em ê li pêşberî pleke nû ya xwepêşandanan bin. Asta germaniya xwepêşandanan kêm nabe, ji ber ku tu çareserî tune ne. Ev xwepêşandan wê nû bibin, dibe ku bighêjin parêzgehên din, ji ber ku Sûriye bi tevahî azaran dikişîne. Bi rastî lawazbûna ewlehiya rejîmê li Siwdayê û cesareta şêniyan sedema xwepêşandananan e, lê li parêzgehên din wekî Şam, Heleb û Humisê ewlehiya rejîmê xurt e, lê di dawiyê de wê xelk bighêjin wê astê ku eger rejîm di ya xwe de israr bike, ji bilî derketina kolanan tu vebijêrk li pêşiya wan namîne."

ANHA