Balafirên Tirk Bradost bombebaran kirin

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker devera Bradost a ser bi parêzgeha Hewlêrê ve bombebaran kir.

Balafirên Tirk Bradost bombebaran kirin
21 kanûn, 2022   16:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Di saetên êvarê de balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker devera Gerowî Singaw û Berbizina yên li herêma Bradost bombebaran kirin. Der barê ziyanan de agahî bi dest neketin.

Her wiha li gorî çavkaniyên ji Rojnewsê re eşkere kirin, piştî bombebaranên jî bi qasî saetekê balafirên şer bi ser asîmanê herêmê de geriyan.