​​​​​​​Çalakiya "Rojên Qamişlo yên çandî" dest pê kir

Îro li Qelat Kafê ya Qamişlo çalakiya "Rojên Qamişlo yê Çandî" dest pê kir ku tê de dê şevbuhêrk, panelên şêwirê, fîlmên û şanoyê werin pêşandan.

​​​​​​​Çalakiya "Rojên Qamişlo yên çandî" dest pê kir
21 kanûn, 2022   18:52
QAMIŞLO

Kesayetên çandî, hunerî û civakî di roja yekemîn a çalakiyê de hazir bûn.

Qelat Kafê bi koordîneya Desteya Çandê ya Cizîrê çalakî orgenîz kir. Di Bernameya çalakiyê de dê şevbuhêrk, panelên şêwirê, fîlm û şanoyên bi zimanê kurdî û erebî werin pêşandan. Çalakî dê ji seat  18:00'an heta seat 21:00'an lidar keve û dê 10 rojan dewam bike.

Endamê Desteya Çandê ya herêma Cizîrê Ebdulmecîd Xelef pesna insiyatîfa çandî da û anî ziman ku ew roleke mezin di dewlemendkirina çanda herêmê de dilîze.

/ar/uploads/files/2022/12/21/174635_1111.webp

Nivîskarê bi navê Dilovan Çeto helbestek civakî ya kurt bi zimanê kurdî, piştre pêkenokek got.

Her wiha helbestvanê erebî Elî El Keûd komeke helbestên wijdanî gotin.

Roja yekemîn a çalakiyê bi gotina komeke kurteçîrokan ji aliyê nivîskar Luqman Yusif ve, bi dawî bû.

(dm)

ANHA