​​​​​​​Komîteya Tenduristiyê ya Dêrazorê civîna xwe ya salane li dar xist

Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi diruşma "Ji bo pêşxistina saktora tenduristiyê kedê bidin" civîna xwe ya salane li dar xist, tê de xebatên xwe yên 2022′yan pêşkêş kirin.

​​​​​​​Komîteya Tenduristiyê ya Dêrazorê civîna xwe ya salane li dar xist
21 kanûn, 2022   15:43

Di civînê de, rêveberiyên navendên tenduristî û nexweşxaneyên Komîteya Tenduristî ya Dêrazorê, nûnerên saziyên civaka sivîl, şêwirmendê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Fîras Kobanê amade bûn.

Di civînê de sînevîsyonek li ser xebatên Komîteya Tenduristiyê yên îsal hate pêşandan. Her wiha rapora siyasî ji hêla şêwirmendê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Fîras Kobanê ve hate nirxandin, tê de behsa pêşdeçûnên siyasî yên li cîhanê, şerê Rûsya û Ukrayna, serhildanên li Îranê hate kirin.

/ar/uploads/files/2022/12/21/150700_20.webp

Fîras Kobanê wiha got: "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî aliyên leşkerî, siyasî, xizmetguzarî û tenduristî gavên girîng avêtin."

Di dawiya civînê de nîqaşên li ser xebatên komîteya tenduristiyê hatin kirin.

 Civîn bi gelek encamnameyan bi dawî bû û wiha ne;

Erebeyên ambulancê ji hemû navend û nexweşxaneyên Dêrazorê werin amadekirin.

Xeta xizmetguzariyê ya kehrebê ji tevahî navend û nexweşxaneyên Dêrazorê re were dabînkirin.

Cerên oksojînê ji hemû navendên tenduristiyê re werin peydakirin, bi taybet di vê demê de.

Projeya Nexweşxaneya Kîsra ya mezin temam bibe.

(fr)

ANHA