​​​​​​​Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê civîna salane li dar xist

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê civîna xwe ya salane li dar xist, tê de endaman astengiyên bi wan re derbas bûne, asta rêxistinî nîqaş kirin.

​​​​​​​Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê civîna salane li dar xist
21 kanûn, 2022   15:24
REQA

Di civînê de, endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê, Meclisa Jinan a Sûriyê, nivîsgehên jinan ên Meclisa Sivîl a Reqayê, saziyên sivîl, leşkerî û partiyên siyasî yên bajêr amade bûn.

Di civînê de berdevka Desteya Rêveber a Kombûna Jinan a Zenûbiya Xod El Îsa rewşa siyasî şîrove kir û wiha got: "Hîna dewletên mêtînger ên nakok komployên navneteweyî li dijî Rojhilata Navîn, Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin."

Xod îşaret bi êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, hedefgirtina binesazî kir û wiha got: "Bêdengiya hêzên navneteweyî li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevkarî ye."

Xod wiha dawî li gotina xwe anî: "Dewleta Tirk a dagirker bi rêya êriş û sûcên xwe hewl dide ji nû ve Osmaniyê li herêmê vegerîne. Lê bi vîna şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em vê dagirkeriyê qebûl nakin û nahêle li herêmên me vegere."

Li aliyekî din jî endama Desteya Rêveber a Kombûna Jinan a Zenûbiya Nesrîn El Hesen perspektîfên rêber Abdullah Ocalan ên azadkirina jinê xwendin.

Dûre sînevîzyonek li ser xebatên îsal ên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqa hate pêşandan, her wiha rapora salane ji hêla berdevka nivîsgehê Sewsen El Xelef ve hate xwendin.

Civîn bi gelek encamnameyan bi dawî bû. Berdevka nivîsgehê Sewsen El Xelef encamname xwendin û wiha ne:

Divê têkoşîn were bilindkirin, hevkarî di navbera rêxistin û tevgerên jinan de hebe, asta xebatê were bilindkirin û xwe bigihînin hemû jinan, komîteya çand û hunerê were aktîfkirin.

Komîteya têkiliyên dîplomasî were aktîfkirin.

Dewreyên perwerdê yên fikrî werin vekirin.

Projeyên aborî yên xurtkirina aboriya jinan werin vekirin.

Çalakiyên ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan werin xurtkirin.

(fr)

ANHA