​​​​​​​Şêniyên Efrînê Canfeda û Zînal oxir kirin

Şêniyên herêma Efrînê cenazeyên du şervanên HRE′yê Canfeda Efrîn û Zînal Raco ku di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbûn, li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehresê ya Şehbayê oxir kirin.

​​​​​​​Şêniyên Efrînê Canfeda û Zînal oxir kirin
​​​​​​​Şêniyên Efrînê Canfeda û Zînal oxir kirin
​​​​​​​Şêniyên Efrînê Canfeda û Zînal oxir kirin
​​​​​​​Şêniyên Efrînê Canfeda û Zînal oxir kirin
21 kanûn, 2022   15:04
ŞEHBA

Şêniyên herêma Efrînê cenazeyên şervanên HRE′yê Ciwan Reşîd (Canfeda Efrîn) û Hemûdê Osman (Zînal Raco) ku di 20′ê Kanûnê de di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbûn, ji Nexweşxaneya Avrîn a li Şehbayê wergirtin.

Karwana şehîd ber bi Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehresê ya Şehbayê ve kete rê.

/ar/uploads/files/2022/12/21/142340_rym-mhmd.webp

Li goristanê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê Rîm Mihemed axivî û sersaxiya her du malbatên şehîdan û şêniyên Efrînê xwest.

Rîm wiha got: "Her du şehîdan li dijî planên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çek û berxwedana xwe şer kir û li dora destkeftiyên şoreşê xeleka ji agir bûn."

Rîm wiha domand: "Armanca êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bênavber ji bo lawazkirina berxwedana me û dûrxistina me ji rizgarkirina Efrînê ye. Lê em di berxwedanê de bi israr in û dev jê bernadin."

/ar/uploads/files/2022/12/21/142353_slyman-jafr.webp

Li aliyekî din jî hevserokê Meclisa Qanûnsaz a herêma Efrînê Silêman Cafer axivî û wiha got: "Hikumeta Şamê bi rêya ferzkirina dorpêçê li ser kantona Şehbayê hewl dide berxwedana vî gelî ku li pêş planên dewleta Tirk a dagirker disekine, lawaz bike."

Cafer di dawiyê de wiha got: "Heta rizgarkirina Efrînê em ê berxwedanê dewam bikin û têkoşîna li dijî planên dewleta Tirk bilind bikin."

/ar/uploads/files/2022/12/21/142324_rwha-kwsa.webp

Di dawiyê de endama KPC-D a herêma Efrînê Roha Kosa wesîqeyên her du şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin. Her wiha dayikan bi tilîliyan her du cenaze oxir kirin.

(fr)

ANHA