Meclisa Rêveber a Tebqayê civîna salane li dar xist

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Tebqayê civîna xwe ya salane li dar xist û mijarên rêxistinî û xebtên xwe yên îsal nîqaş kirin û planên xwe yên 2023′yan danî.

21 kanûn, 2022   14:06
TEBQA

Di civînê de nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqa, nivîsgeh û komîteyên girêdayî wê amade bûn.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Gebrîal Şamon rewşên siyasî yên herêmê şîrove kirin û wiha got: "Em di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de ne, taybetmendiyên vî şerî, ne tenê leşkerî ne, lê belê siyasî û aborî ne jî."

Şamon wiha domand: "Hikumeta Şamê dijberiya projeya Rêveberiya Xweser dike, dewleta Tirk jî terorê destek dike û siyaseta guhartina demografîk û sûcên dermirovî li dijî herêmê pêk tîne."

Şamon wiha pê de çû: "Ruxmî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê ku projeya Rêveberiya Xweser, neteweya demokratîk û biratiya gelan têk bibe, Bakur û Rojhilatê Sûriyê li çareyên mayînde digere."

Şamon ev tişt anî ziman: "Divê em ji êrişên nişka ve ku dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê pêk bîne re, amade bin. Ji ber em dizanin tu girêdana dewleta Tirk a dagirker bi mirovatiyê re tune ye."

Di dawiyê de Şamon ev tişt got: "Divê em têkoşînê bilind bikin da ku dagirkeriyê ji xaka Sûriyê derxin, zulm û koletiyê bi saya fikir û felseeya rêber Ocalan têk bibin. Her wiha vê fikrê ne tenê li herêmên Sûriyê pêk bînin, lê belê li tevahî Rojhilata Navîn."

Piştre rapora salane ya meclisa rêveber a 2022′yan ji hêla hevseroka Meclisa Rêveber Hind El Elî ve hate xwendin, tê de rewşa gel, rewşa rêxistinî, xebatên nivîsgeh û komîteyên girêdayî wê hatin nirxandin.

Dûre sînevîzyonek li ser xebatên tenduristî, xizmetguzarî, perwerde û aborî yên meclisa rêveber hate pêşandan.

Her wiha beşdaran mijarên rêxistinî, pirsgirêk û astengiyên li pêşberî meclisa rêveber derketine, hatin nîqaşkirin.

Di dawiya civînê de teqezî bi dewamkirina xebat û projeyên xizmetguzarî, tenduristî û aborî hate kirin.

(fr)

ANHA