Li Til Rifetê xwendekaran dorpêç û bêdengiya navneteweyî şermezar kir

Bi sedan xwendekarên li Til Rifetê bi xwepêşandnaekê dorpêça hikûmeta Şamê ya li ser herêmê şermezar kir û got: “Mafê min e ez fêr bibim, min ji mafî mehrûm nekin."

Li Til Rifetê xwendekaran dorpêç û bêdengiya navneteweyî şermezar kir
Li Til Rifetê xwendekaran dorpêç û bêdengiya navneteweyî şermezar kir
Li Til Rifetê xwendekaran dorpêç û bêdengiya navneteweyî şermezar kir
Li Til Rifetê xwendekaran dorpêç û bêdengiya navneteweyî şermezar kir
Li Til Rifetê xwendekaran dorpêç û bêdengiya navneteweyî şermezar kir
Li Til Rifetê xwendekaran dorpêç û bêdengiya navneteweyî şermezar kir
Li Til Rifetê xwendekaran dorpêç û bêdengiya navneteweyî şermezar kir
Li Til Rifetê xwendekaran dorpêç û bêdengiya navneteweyî şermezar kir
Li Til Rifetê xwendekaran dorpêç û bêdengiya navneteweyî şermezar kir
21 kanûn, 2022   14:14
ŞEHBA

Bi sedan xwendekarên her sê qonaxên perwerdeyî yên seretayî, navîn û amadehî yên kantonên Şehba û Efrîna dagirkirî, tevî malbatên xwe li Til Rifetê ya Kantona Şehbayê bi xwepêşandanekê dorpêça hikûmeta Şamê şermezar kir.

Xwepêşandan ji aliyê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Efrînê ve hat organîzekirin û ji çerxerêya Komkujiya Til Rifetê dest pê kir û bi pankartên “em dixwazin fêr bibin”, “Rojava dil û hêviya me ye”, “mafê min e ez fêr bibim, min ji vî mafî mehrûm nekin”, “Erdogan em ji xwendinê bêpar hiştin”, “dorpêça we îradeya me têk nabe” û “na ji bêdengiya navneteweyî re”  li nav kolanên navçeyê geriya.

Xwepêşandan di hundirê dibistana Şehîd Şaha ya seretayî û navînî de rawestiya û li wir daxuyaniyek ji aliyê xwendekar Mihemed Numan bi zimanî Kurdî, xwendekar Êstir Îbrahîm bi zimanê Erebî û xwendekar Elî Ebdo bi zimanê Îngilîzî  hat xwendin.

Di daxuyaniyê de kiryarên dermirovî yên rejîma Sûriyê û Rûsya yên li dijî sivîlan û dorpêçkirina wan di sedsala 21’emîn de hatin şermezarkirin.

Her wiha di daxuyaniyê de helwesta hêzên navneteweyî ya li hember vê dorpêçê hat şermezarkirin ku di encama wê de dibistan û peymangeh hatin girtin, bi hezaran xwendekar ji mafê xwendinê bêpar man û derbaskirina sotemenî, derman û madeyên sereke yên jiyanê hatin qedexekirin.

Di dawiya daxuyaniyê de banga bidawîkirina dorpêçê hat kirin.

 (mh)

ANHA