Li Qahîreyê li ser timayên dewleta Tirk panel

Sibe, Navenda Farabî ya Lêkolîn, Şêwir û Perwerdê paneleke zanistî li ser timayên dewleta Tirk li Sûriyê Iraqê, rola Erebî û xwestekên ji bo pêşî li gef û destwerdanên dewleta Tirk li dar dixe.

Li Qahîreyê li ser timayên dewleta Tirk panel
20 kanûn, 2022   14:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Sibe, Navenda Farabî ya Lêkolîn, Şêwir û Perwerdê paneleke zanistî li dar dixe. Mijarên panelê ewlehiya neteweya Erebî li gel timayên dewleta Tirk ên li bakurê Sûriyê û Iraqê, dozen nîştimanî û neteweyî yên herêmî û navneteweyî ne.

Panel dê li Navenda Foruma Çandê ya Misirî ya li kêlek balyozxaneya Brîtanya ya li Qahîreyê were lidarxistin. Tê payîn nûnera Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ya li Misirê Leyla Mûsa, gelek keyasetên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya olinê, gelek keyasetên Erebî, akamîsyen, siyasî, zanistî û civakî û balyozên hin dewletên biyanî beşdar bin.

Li gorî bernameya panelê, tê payîn bandorên timayên dewleta Tirk li ser ewlehiya nîştimanî ya Sûriyê û Iraqê û ewlehiya neteweyî ya Erebî werin nîqaşkirin. Her wiha dê tima û destwerdanên dewleta Tirk li kar û barên Sûriyê, dagirkeriya xaka wê ya li seranserî sînorê di nava her du dewletan de ku bû sedema astengî û qedexeya pêkanîna îstîqrarê li Sûriyê, sekinandina diyaloga nîştiman ya Sûriyê werin nîqaşkirin. Li kêlek wê jî rêbazên ji nû ve vegerandina hevgirtina nîştimanî ya Sûriyê, bandorên gef û destwerdanên dewleta Tirk li dijî Iraqê û îstîqrara wê ya siyasî werin nîşqaşkirin.

Ji wê zêdetir jî dê di panelê de hevalbendî yan jî hevkariya dewleta Tirk bi Rûsya, Îran û Îsraîlê re têkidarî bandorên wan li hundirê Sûriyê û Iraqê, rola Erebî û xwesteka sekinandin û bidawîkirina gef û destwerdanên dewleta Tirk li Sûriyê û Iraqê bên nîqaşkirin.

(fr)

ANHA