​​​​​​​Wezîrê Îranê Ebdullahyan bi Josep Borrell re civiya

Wezîrê karên derve yê Îranê Hisên Ebullahyan ku li Urdinê bi berpirsê siyaseta derve ya Yekitiya Ewropayê Josep Borrell re civiya û diyar kir ku welatê wî amade ye li gorî reşnivîsa heyî dan û standinên Vîyanayê bi dawî bike.

​​​​​​​Wezîrê Îranê Ebdullahyan bi Josep Borrell re civiya
20 kanûn, 2022   12:27
 NAVENDA NÛÇEYAN

Dîplomatekî îranî ji AFP’ê re got wezîrê karên derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdullahyan îro di ber Lûtkeya ‘Bexda 2’ re ya li Urdinê bi berpirsê siyaseta derve ya Yekitiya Ewropayê (YE) Josep Borrell re civiyaye.

Ajansa ÎRNA ya Îranê jî ragihand ku Ebdullahyan ji Borrell re diyar kiriye ku ew amade ne li gorî reşnivîsa di encama dan û standinên dijwar de derketiye, dan û standinên Vîyanayê bi dawî bikin.

Ev civîn di demekê de tê lidarxistin ku dan û standinên nukleerî yên di navbera Tehran û hêzên mezin de xitimîne.

Li gorî dîplomatê îranî, koordînatorê van dan û standinan ê YE`yê Enrique Mora û berpirsê dan û standinên Îranê Elî Baqirî di hevdîtinê de amade bûn.

(cx)