Li Tirbespiyê pêşangeha karên destan

Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa Kantona Qamişlo ji bo piştgirîdayîna behreyên jinan û parastina kutûra herêmê, li navçeya Tirbespiyê pêşangeheke karên destan li dar xist.

Li Tirbespiyê pêşangeha karên destan
Li Tirbespiyê pêşangeha karên destan
Li Tirbespiyê pêşangeha karên destan
Li Tirbespiyê pêşangeha karên destan
Li Tirbespiyê pêşangeha karên destan
Li Tirbespiyê pêşangeha karên destan
Li Tirbespiyê pêşangeha karên destan
Li Tirbespiyê pêşangeha karên destan
20 kanûn, 2022   12:35
QAMIŞLO

Bi armanca piştgirîkirina karên destan ên jinan û parastina çand û kultûra herêm, Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa Kantona Qamişlo bi hevkariya Desteya Çand û Hunerê ya navçeya Tirbespiyê îro pêşengeheke karên destan li dar xist.

Bi dehan jin û şêniyên Tirbespiyê beşdarî pêşangehê bûn.

Di pêşangeha ku li Navenda Hêzil a Çand û Hunerê hate lidarxistin û dê îro bi dawî bibe de, 100 tiştên ji karên destan bi rês hatine çêkirin hatin pêşandan.

Di pêşangehê de Çenta, cil, pêlav, lepik, kum û tiştên bi rês hatine çêkirin û ji bo xemilandinê tên bikaranîn, hatine pêşandan û bi nirxekî erzan tên firotin.

Hêjayî gotinê ye ku karên destan û yên rêsî herî zêde bala jinan dikişîne. Jin hem tiştên cihêreng pê çêdikin, hem jî hez dikin ku tiştên ku bi hunera destan hatine çêkirin bikirin.

ANHA