​​​​​​​Wezareta Karên Derve ya Iraqê hurgiliyên Lûtkeya Bexda 2 eşkere kirin

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf hin hurgileyên Lûtkeya “Bexda 2” a bi navnîşa ‘Piştgirî û Aştî’ eşkere kirin.

​​​​​​​Wezareta Karên Derve ya Iraqê hurgiliyên Lûtkeya Bexda 2 eşkere kirin
20 kanûn, 2022   08:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li paytexta Urdin Emanê Lûtkeya “Bexda 2” bi navnîşa ‘Piştgirî û Aştî’ û bi tevlîbûna Îran û Fransayê dest pê dike. Lûtkeya “Bexda 2” weke berdewama “Bexda 1” ku dawiya Tebaxa 2021’an de li paytexta Iraq Bexdayê pêk hatîbû ye.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf ji Ajansa Nûçeyan a Iraqê (WAI) re axivî û diyar kir ku mijarên sereke yên lûtkeyê ewlehiya herêmê, piştgirîkirina Iraqê, serwerî û aramiya wê ne.

Sehaf eşkere kir ku lûtke bi hemahengiya di navbera Şah Ebdullah, Serokkomrê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî de pêk tê.

Sehaf ragihand ku wê ji derveyî van her sê welatan, nûnerên Misir, Erebistana Siûdî, Îmarat, Qeter, Behriyen, Kûwêt, Uman, Tirkiye û Îran, her wiha Serokê Giştî yê Yekitiya Ereban, Serokê Meclisa Alîkariya Welatên Kendavê, nûnerên Neteweyên Yekbûyî (NY), Rêxistina Alîkariya Îslamî û Yekitiya Ewropayê jî tevlî bibin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf got ku wê balyozên welatên Ereb, Yekitiya Ewropa, G20 û endamên dawamî yên Konseya Ewlehiyê jî weke mêvan tevlî bibin.