Serokwezîrê berê yê Tunisê hat ragirtin

Dadgeriya Tunisê piştî çend saetan ji lêpirsînkirina doza şandina çeteyan ji bo Sûriyê, biryar da ku serokwezîrê berê û berpirsê payebilind ê tevgera El Nehda Elî El Erîd bê ragirtin.

Serokwezîrê berê yê Tunisê hat ragirtin
20 kanûn, 2022   08:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Reutersê, parêzerên El Erîd got dadgerekî tunisî piştî çend saetan ji lêpirsînê biryar da ku serokwezîrê berê û berpirsê payebilind ê Partiya Nehdayê Elî El Erîd ku guman hene hin ciwan ji bo şerkirinê şandine Sûriyê, bê ragirtin.

Parêzera El Erîd, Înas Heras got dadgerê lêpirsînkirina karên terorê li dijî serokê berê yê hikumetê El Erîd têkildarî doza birêkirinê, biryara ragirtinê derxistiye.

Parêzerê din ê El Erîd, Muxtar El Cemaî jî ji Reutersê re heman tişt piştrast kir.

Serdozgeriya Giştî ya Têkoşîna li dijî Terorê ya Tunisê di 21`ê Îlonê de dest bi lêpirsînkirina bersûcên doza şandina tunisiyan bo Sûriyê kiribû.

Tê destnîşankirin ku bersûcên doza birêkirinê ev in; Elî El Erîd, karsaz û parlamenterê berê yê bloka tevgerê Mihemed Ferîxe, serokê Tevgera El Nehda Raşid El Xenûşî û fermandarê Tevgera El Nehda El Hebîb El Eoz in.

(şx)