Êzing jî li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê qedexe kirine

Firqeya 4`an a girêdayî hikumeta Şamê derbasbûna text û êzingan jî ji bo taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê qedexe kiriye.

Êzing jî li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê qedexe kirine
20 kanûn, 2022   07:47
 HELEB - XEYS ŞEMSEDÎN

Firqeya 4`an a hikumeta Şamê ne tenê sotemenî, ard û derman li ser şêniyan qut kirine, lê kiryarên xwe yên neheq ji bo teslîmgirtina şêniyan zêde kirine.

Firqeya 4`an nahêle ku text û êzing derbasî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bibin, bi wê yekê zêdetirî 200 hezar kesên li her du taxan dijîn ji hemû rêbazên germkirinê mehrûm dike.

Endamên Firqeya 4`an ên li ser benda kontrolê ya Eşrefiyê rê nedan çend kamyonên bi êzingan barkirî ku wek alternatîfa sotemeniyê ji bo germkirinê tên bikaranîn, derbasî her du taxên dorpêçkirî bibin.

Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê buhayê lîtreya mazotê zêdetirî 11 hezar lîreyên Sûriyê ye, bermîleke mazotê jî -eger bê peydakirin- bi zêdetirî 2 milyon û 420 hezar lîre ye ku cara yekem di dîroka herêmê de buhayê mazotê digihêje vê astê.

Buhayê toneke êzingan li gorî cureya êzingan di navbera milyonek û 450 hezarî heta 2 milyon û 500 hezar lîreyên Sûriyê de ye û îhtîmal heye zêdetir bibe.

Firoşkarekî êzingan li taxa Şêxmeqsûd ku ji tirsa girtinê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên hikumeta Şamê ve, nasnameya xwe eşkere nekir, ji ANHA’yê re destnîşan kir ku bihakirina êzing an bermahiyên zeytûnan ên ji bo germkirinê tên bikaranîn an jî madeyên din ên alternatîfên sotemeniyê, encama ferzkirina bacan e.

Heman firoşkarî got: “Carinan em bi endamên li ser bendên kontrolê re li hev dikin ku li hember derbaskirina kel û pelan miqdareke mezin a pereyan bidin wan ku dike bigihêje buhayê kel û pelên em dixwazin derbas bikin. Ji lew re buhayê wan kel û pelan du qat zêdetir dibe. Ne Sûriye, ne jî gel xema wan e, tenê derdê wan ew e çawa berîkên xwe tijî bikin.”

(cx)

ANHA