​​​​​​​Rojnameyên erebî: Li Siwêda û Urdinê xwepêşandan didomin

Xwepêşandanên li parêzgeha Siwêda ya Sûriyê, xwepêşandanên li Urdinê, aloziya Lubnanê û lûtkeya Bexdayê mijarên rojnameyên erebî yên îro ne.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Li Siwêda û Urdinê xwepêşandan didomin
20 kanûn, 2022   07:41
NAVENDA NÛÇEYAN

‘LI SIWÊDAYÊ XWEPÊŞANDANÊN BÊDENG’

Der barê rewşa Sûriyê de rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivîsand: "Sibeha roja duşemê bi dehan şêniyên parêzgeha Siwêdayê çalakiyeke bêdeng li Qada Seyr a naverasta bajêr li dar xist, dirûşm û bangên siyasî, aborî û debarê, pêkanîna biryara Konseya Ewlehiyê ya 2254ʹan a ji bo veguherîna siyasî li Sûriyê berz kirin, her wiha pankartên ʹEger gel birçî be divê hesab ji rêveberan were pirsînʹ û ʹCivakê ji narkotîkê xilas bikinʹ hatin rakirin.

Kesên ku xwepêşandana bêdeng bi rêxistin kiriye, diyar kir ku armanc ew e ku berdewama xwepêşandan û bangên rewa ji bo tevahî sûriyan were ragihandin. Ev bang ew e ku gelê Sûriyê beşdar bibe û peyamekê ji bo cîhanê û civata navneteweyî ye bişînin da ku rastiya rewşa ku gelê Sûriyê gihiştiyê bibînin. Her wiha îşaret pê kirin ku ev xwepêşandan peyameke aştiyane ji bo tevahî aliyan e û dûrî tundiyê ye, berovajî ku rejîma Sûriyê her tim îdia dike.

Xwepêşandêran beriya 2 rojan çalakiyeke protestoyî ya bêdeng li bajarokê Milêh ê parêzgeha Siwêdayê li dar xist. Xwendekaran beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de dirûşmên ku balê dikişînin ser mafên perwerde, germkirin, jiyaneke birûmet, her wiha dirûşmên aştiyanebûna xwepêşandanan îfade dike, hatin berzkirin."

‘JI BO ASTENGKIRINA XWEPÊŞANDANAN GAVÊN URDINÊ YÊN TEVLIHEV’

Rojnameya El Ereb, li ser rewşa Urdinê wiha nivîsî: "Daîreyên siyasî gavên hikumeta Urdinê yên astengkirina xwepêşandanan wekî tevlihev bi nav kirin. Hikumeta Urdinê wek hewldaneke ji bo sarkirina astmosferê, tedbîrên civakî yên bi lez girtin. Lê destwerdana tund a astengkirina xwepêşandanan dibe ku encamên ters bi xwe re bîne.

Daîreyan got girtina gelek ciwanên bibandor di xwepêşandan de ji aliyê desthilata Urdinê ve, nîşan dide ku desthilat tundiya ewlehiyê ji bo astengkirina xwepêşandan bi kar tîne. Ev yek eşkere berevajî gotinên wê ye ku dibêje xwepêşandanên aştiyane ne qedexe ne.

Her wiha daîreyan diyar kir ku desthilat bi rêya medyaya dîjîtal bi pey xwepêşandêran dikeve û hin hesabên tik tokê girtin. Ev yek nîşan dide ku hikumeta Urdinê nikare bersiva daxwazên xwepêşanderan bide û çareseriyan ji bo rawestandina xwepêşandanên ku berfireh dibin.

Xwepêşandêr bersiva qralê Urdinê Ebdullah El Sanî û serokeşîran neda. Urdiniyan xwepêşandanên xwe roja duşemê dewam kirin û dikan girtin.

Serokeşîrên Urdinê yên ku ji ber bilindkirina buhayê sotemeniyê û madeyên sereke bi hêrs in roleke mezin di aramkirina rewşê de nelîstin, lê piştgiriya xwe bi xwepêşandêran re nîşan da û bang kirin ku bila xwepêşandan aştiyane bin.

Çavdêr texmîn dikin ku heger çareserî ji aloziya aborî û civakî re neyê dîtin û bangên xwepêşanderan neyê bersivandin, dibe ku xwepêşandan veguherin îsyanên sivîl li ser asta qraltiyê.

Hikumeta Urdinê hin çareserî wekî zêdekirina kirêya barkirinê, belavkirina pereyan li malbatên ku herî zêde ziyan dîtine, pêşkêş kirine lê diyar e ku xwepêşandêr ne razî ne.

‘LUBNAN; HÊVÎ LI ‘BEXDA 2’YÊ YE KU ALOZÎ ÇARESER BIBE’

Li ser rojeva Lubnanê jî rojnameya El Beyan wiha nivisî: “Li gel derengxistina dosyaya hilbijartinan heta sala nû û tunebûna nîşaneyên lidarxistina civîna hikumetê û li şûna wê lidarxistina hevdîtinên şêwirî yên berfireh û biçûk, dîsa hêviya bi geşedanên derve zêde bû ku bikare valahiya siyasî ya heyî bi dawî bike. Li ser wê, çavê lubnaniyan li paytexta Urdin Emanê ye ku lûtkeya duyemîn a dewletên cîranên Iraqê anku ‘Bexda 2’ li dar dikeve û dê serokê Fransayê Emmanuel Macron tev lê bibe.

Tevî ku serenava sereke ya ‘Bexda 2’yê nirxandina rewşa siyasî ya Iraqê ye, lê belê l igorî çavkaniyên dîplomasî yên Lubnanê, wê rewşa herêmê bi giştî bi taybet mijarên bi hev ve girêdayî, mîna rewşa li Iraq û Lubnanê werin gotubêjkirin. Heman çavkaniyan gotin ihtîmal heye hilbijartinên serokatiyê yên Lubnanê bibin rojeva lûtkeyê. Parîs û Washington bi israr in ku desthilata li Lubnanê li gorî rêgezên daxuyaniya sêalî ya bi Riyadê re ava bibe.

Li gorî gelekan li darketina Bexda 2 destpêka bidawîbûna dema valahiya serokatiyê li Lubnanê ye. Her wiha diyar kirin ku tevî ku Lubnanê beşdarî lûtkeyê nabe, lê ev nayê wateyê ku dosyaya Lubnanê di lûtkeyê de cih negire. Ji ber ku serokê Fransayê her tim rewşa li Lubnanê di lûtkeyên erebî û rojavayî de dike rojev. Li rex wê, amadekariyên lidarxistina lûtkeyê, di navbera mîrê Urdinê Ebdullah El Sanî û serokê hikumeta niha ya Lubnanê Necîb Mîqatî û hempîşeyê wî yê Iraqê de piştî lûtkeya Çîn-Erebî li Riyadê hatin nîqaşkirin.”