Ciwan xwe li gorî rewşa awarte bi rêxistin dikin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê di gel rewşa awarte de ku Rêveberiya Xweser ragihandiye, armanc dike ku ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bighîne asta şerê gel ê şoreşgerî.

Ciwan xwe li gorî rewşa awarte bi rêxistin dikin
20 kanûn, 2022   07:20
MINBIC

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Minbicê di gel ku dewleta Tirk gef û êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin, ciwanan perwerde dike da ku tevahî civak di rewşa awerte de li gorî şerê gel ê şoreşgerî amade be û li hember tevahî gef û êrişên dewleta Tirk bisekine.

Ji bo wê, dewreyên pîşeyî û perwerdehî li dar dixe.

Bi zêdebûna êrişên dewleta Tirk a dagirker re li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, roja yekşemê beşeke din a kesên bi dildarî tev li dewreyên destwerdana lezgîn û hemşîreyê yên Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Minbicê bûne, derçûn.

Dewre li nexweşxaneya Minbic û navendên tenduristiyê yên gundewarên wê hat orgenîzkirin, ku 45 rojan bi beşdarbûna 40 endaman dewam kir.

Endaman waneyên hemşîre, destwerdana lezgîn û çawa di rewşa awarte de cihê xwe di nexweşxane û navendên tenduristiyê de bigirin, hatin dayîn.

Têkildarî girîngiya van perwerdeyan, rêveberê Tevgera Xwendekarên Demokratîk Mihemed El Hecî diyar kir ku di gel ku dewleta Tirk gef û êrişan li dijî Minbic û gundewarên wê pêk tîne, girîng e ku ciwan bi dirûşma “Werin cenga azadiyê” xwe birêxistin bikin û wan bigihînin asta şerê gel ê şoreşgerî.

El Hecî ev li gotinên xwe zêde kir: “Gelek dewre hatin vekirin, di nav de hemşîretî heye. Armanc jê ew e ku ciwanan ji bo rewşên awarte amade bin. Niha me asta perwerdeyên xwe li ser asta Minbicê û gundewarê wê zêde kir.”

Perwerdekarê bi navê Mihemed Nûr El Elî diyar kir ku pîşeya hemşîretî, pîşeyek mirovahî ye, her wiha bang li şêniyên herêmê kir ku tev li mîna van perwerdeyan bibin da ku li hember rewşên awarte bisekinin.

Li aliyekî din Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê perwerdeyên bikaranîna çekdan, xweparastin û parastina taxan, bi rêxistin dike. Her wiha hewl dide ku bi rêya civînan civakê li ser şerê taybet hişyar bike.

(dm)

ANHA