​​​​​​​4 leşkerên Îranê hatin kuştin

Ajansa IRNA ragihand ku li başûrê rojhilatê Îranê 4 endamên Artêşa Pasdaran di êrişekê de hatine kuştin.

​​​​​​​4 leşkerên Îranê hatin kuştin
19 kanûn, 2022   11:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Komara Îslamî (IRNA) ragihand ku li herêma Serawan a nêzî sînorê Pakistanê 4 endamên Artêşa Pasdaran a Îranê hatine kuştin.

Li gorî ajansa Tasnîmnews a Îranê jî “di şerê li hemberî komên terorîst" ên li bajarê Serwan ê li rojhilatê Îranê de 4 endamên Pasdaran hatine kuştin.