​​​​​​​Di xwepêşandana li Dêrikê de: Azadiya rêber Ocalan azadiya hemû pêkhateyan e

Li navçeya Dêrikê bi hezaran kes daketin qadan û diyar kir ku azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan tê wateya azadiya tevahî pêkhateyan.

​​​​​​​Di xwepêşandana li Dêrikê de: Azadiya rêber Ocalan azadiya hemû pêkhateyan e
19 kanûn, 2022   11:53
QAMIŞLO

Ji Adara sala borî de tu agahî ji rêber Abdullah Ocalan nayên wergirtin. Dewleta Tirk a dagirker kiryarên neheq li dijî rêber Ocalan pêk tîne, hevdîtina bi malbatê û parêzeran re jî qedexe kiriye. Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) jî der barê serdana xwe ya dawîn a Îmraliyê de tu agahî parve nekirin.

Têkildarî mijarê li navçeya Dêrikê ya kantona Qamişloyê xwepêşandanek hat lidarxistin.

Bi hezaran şêniyên navçeyên Girkê Legê, Til Koçer, Çilaxa û Dêrikê yên kantona Qamişloyê, endamên Tevgera Civaka Demkratîk (TEV-DEM), Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Kongra Star û Yekitiya Jinên Ciwan beşdarî xwepêşandanê bûn.

Xwepêşandanê ji pêşiya geraca li rojavayê Dêrikê dest pê kir û tê de wêneyên rêber Ocalan û pankartên “Azadî û edalet ji bo rêber Ocalan” hatin bilindkirin.

Xwepêşandan li Qada Azadî veguherî mîtîngê. Li wir endama Meclisa Giştî ya PYD`ê Zeyneb Mûrad axivî.

Zeynebê diyar kir ku dewleta Tirk bi girankirina tecrîdê li ser rêber Ocalan hewl dide doza kurdî bi dawî bike û got gelên herêmê bi têkoşîna xwe dê armancên dewleta Tirk ên şikandina vîna gelên berxwedêr, têk bibe.

Zeyneb Mûrad anî ziman ku çareserkirina pirsgirêk û aloziyên Rojhilata Navîn bi pêkanîna projeya rêber Ocalan a neteweya demokratîk pêkan e û wiha domand: “Ji lew re bidawîkirina aloziyan bi pêkhatina azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan pêkan e.”

Zeynebê pesna projeya Rêveberiya Xweser da û got bi yekîtiya pêkhateyên herêmê yên ku felsefeya rêber Ocalan esas digirin, dê êrişên dewleta Tirk a dagirker bên têkbirin û di dawiya axaftina xwe de helwesta CPT`yê ya li hember doza rêber Ocalan şermezar kir û diyar kir ku CPT li hember tecrîdê bi rola xwe ya mirovî ranebûye.

Hevserokê Meclisa Navçeya Dêrikê Mihemed Ebdurehîm jî destnîşan kir ku xwedîderketina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li rêber Ocalan, asta girêdana wan bi fikr û felsefeya azadî, demokrasî û edaletê ya rêber Ocalan re nîşan dide.

Ebdurehîm bal kişand ser kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî rêber Ocalan û got azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan tê wateya azadiya tevahî pêkhateyan.

Mîtîng bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

(cx)

ANHA