QSD’ê li Dêrazorê serçeteyekî DAIŞ’ê girt

QSD’ê li navçeya El Kesra ya Dêrezorê serçeteyekî DAIŞ’ê girt. QSD’ê da zanîn ku serçeteyê girtî berbirsyarê organîzekirina şaneyên DAIŞ’ê ye.

QSD’ê li Dêrazorê serçeteyekî DAIŞ’ê girt
19 kanûn, 2022   12:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da û da zanîn ku li navçeya El Kesra ya Dêrazorê di encama operasyoneke hêzên wan û Koalîsyona Navneteweyî de serçeteyekî DAIŞ’ê hatiye girtin.

QSD’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku operasyonên hêzên wan û Koalîsyona Navneteweyî yên hevpar li dijî DAIŞ’ê dewam dikin û di 2 hefteyên borî de 5 operasyonan li dar xistine.

QSD’ê ev agahî dan: “Roja îna borî 16’ê Kanûnê, hêzên me bi piştevaniya hêzên Koalîsyona Navneteweyî li navçeya El Kesra ya li rojavayê Dêrazorê operasyonek pêk anî û di encamê de emîrekî xwecih ê rêxistina terorîst a DAIŞ’ê hat girtin. Ew berpirsê organîzekirin û xebata şaneyên terorîst ên li herêmê ye.”

Her wiha QSD’ê da zanîn ku di operasyonê de tevî alavên pêwendiyan, gelek belge jî hatine desteserkirin.