Rojnameyên erebî: Li Şamê aloziya sotemeniyê û debarê girantir dibe

Rojnameyên erebî yên vê sibehê bal kişand ser rewşa aborî û debarê ya hilweşiyayî ya li herêmên hikumeta Şamê, rewşa Sûdanê û nakokiyên Tirkiye-Yewnanistanê.

Rojnameyên erebî: Li Şamê aloziya sotemeniyê û debarê girantir dibe
19 kanûn, 2022   08:30
NAVENDA NÛÇEYAN

‘ALOZIYA SOTEMENIYÊ AZARÊN SÛRIYAN ZÊDETIR DIKE’

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya El Ereb wiha nivîsand: “Nîşaneyên zêdebûna pirsgirêka tunebûna madeyên petrolê li sûkên Sûriyê zêde dibe. Ev yek dihêle ku azarên welatiyan bi dawî nebin ku ev zêdetirî 10 sal e di nava tengaviyekê de ne. Sedema vê yekê aloziya aborî ya giran e ku ji ber bandorên şerê li Ukraynayê dewam dike.

Ji ber şerê domdar ê ji 2011ʹan ve û encamên wê yên giran, hema bêje sotemenî namîne. Di encamê de sûriyeyî di germkirina malên xwe de an jî di warê çûna kar de bê çare dimînin. Her wiha sazî jî nikarin xizmetê bikin.”

Di dewama nivîsê de tê gotin ku ji ber aloziya dawîn a sotemeniyê, desthilat neçar ma di nava sala 2022ʹyan de madeyên petrolê biha bike û di belavkirina mazot û benzînê ji wesayîtan de siyasteke hişk bimeşîne.

Her wiha tê gotin: "Dîsa jî desthilat neçar ma ku saziyên giştî hefteyê rojekê bixe betlaneyê. Heman demê zanîngeh 2 rojên din hatin girtin, ji ber ku sotemeniya ji bo veguhestina wesayîtan tune ye, her wiha betlaneya cejnên sersalê 5 rojan dirêj kir.

Beriya 2 hefteyan, navendên şîrketên telekomînîkasyonê bi awayekî demkî ji xizmetê derketin, ji ber ku di peydakirina sotemeniyê de zehmetî didît.

Li gorî buhayê nû yê ku Wezareta Bazirganiyê hefteya borî ragihandibû, lîtreyeke benzîna oktan 90, bi 3 hezar lîreyên Sûriyê ye, lîtreyeke benzîna neoktan bi 4 hezar û 900 lîre ye. Her wiha buhayê benzîna oktan 65 jî gihişt nêzî 5 hezar û 300 lîreyan.  

Buhayê lîtreyeke benzîna baş a ku ji şîrketa sotemeniyê ya hikumetê li tevahî Sûriyê li sektorên giştî û taybet tên belavkirin, gihaşt 7 hezar lîreyan.

Li paytext Şamê qerebalix wekî berê li kolanan nemaye, ji ber ku gelek kesan biryar daye ku erebeyên xwe ji bo rewşên awarte tenê bi kar bînin.

Li gorî tedbîrên dawîn ên giran, erebeyên kirê mehê carekê tenê sotemeniyê ji hikumetê werdigirin. Berê hefteyekê carekê werdigirtin."

‘FERMANDAREKÎ SÛDANÎ ENCAMÊN LIHEVKIRINA DAWÎN JI EL BEYAN RE EŞKERE KIRIN’

Têkildarî Sûdanê jî rojnameya El Beyan wiha nivîsand: “Fermandarekî Hevbendiya Hêzên Azadî û Guhertinê (Bloka herî mezin a sivîl a ku peymana rewşa awarte ya Sûdanê îzme kiriye) texmîn kir eger şêwirên li ser her pênc pirsgirêkan; peymana aştiyê, edalet û veguhastin, jihevxistina rejîma berê, çareserkirina aloziya rojhilatê Sûdanê û sererastkirina sektorên ewlehî û parastinê bi dawî bibe, dê di hefteyên bê yên nêzîk de lihevkirineke dawîn were îmzekirin. Her wiha texmîn kir ku aliyên din tev li peymanê bibin û eşkere kir ku peywendiyên nerastrast bi Tevgera Edalet û Wekheviyê ya bi serokatiya Cibraîl Îbrahîm û Tevgera Artêşa Rizgariya Sûdanê ya bi serokatiya Menî Arko Menawî re pêk werin.

Ji fermandarên Hevbendiya Azadî û Guhertinê cîgirê sekretrrê giştî yê partiyê Oma Misbah Ehmed ji El Beyan re got: “Hêzên ku peymana siyasî îmze kiriye, di nava şêwirên hundirîn de ne da ku koordîneyek were avakirin, ji bo wê şêwirên berfireh pêk bîne ku amadekariyên lidarxistina kongre û komxebatan bike ku her pênc pisgirêkan nîqaş bike."

‘TIRKIYE: YEWNANISTANÊ DI MÎSYONA NATO’YÊ DE HEWL DA BALAFIRA ME ASTENG BIKE’

Rojnameya Şerq El Ewsat jî bal kişand ser aloziya di navbera Tirkiye û Yewnanistanê û wiha nivîsand: "Tirkiyê careke din Yewnanistan tawanbar kir ku hewl da balafira wê ya şer a ku beşdarî mîsyona NATOʹyê bûbû, asteng bike. Her wiha destnîşan kir ku wê bersiva pêwîst daye û mîsyona xwe bi serkeftî qedand.

Wezaretê Parastinê ya Tirkiyê di daxuyaniya xwe ya roja şemiyê de ku li ser hesabê xwe yê Twitterê parve kiriye, got: Mîsyona NATO'yê (Nexus Ace) ku li qada hewayî ya navneteweyî pêk hat, ji aliyê balafirên Yewnanistanê hat astengkirin, lê balafirên me bersiva pêwîst da û mîsyona NATOʹyê bi serkeftî temam bû. Wezaretê di daxuyaniyê de diyar kir ku balafirên şer ên hêzên wan roja înê perwerde li qada hewayî ya navneteweyî li ser Deryaya Ege pêk dianî.”