​​​​​​​Serhildana li Rojhilat û Îranê bi nerazîbûna hunermendan dewam dike

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya gelên Rojhilatê Kurdistan û Îranê duh di roja xwe ya 93’yan de bi şêwazên cuda cuda berdewam kir. Bi dehan hunermend û sînemageran girtina hunermendan şermezar kir.

​​​​​​​Serhildana li Rojhilat û Îranê bi nerazîbûna hunermendan dewam dike
19 kanûn, 2022   08:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Serhildanên di 16’ê Îlonê de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê destpê kiribûn 93 roj li pey xwe hiştin. Roj bi roj zext û gefên dewleta Îranê yên dijî xwepêşander, mamoste, hunermend û rewşenbîran zêde dibin. Kesên ku piştgiriyê didin daxwazên gel tên girtin. Herî dawî lîstikvana Îranî Taraneh Alîdoostî ku piştgirî da çalakiya li dijî ferzkirina hicabê û wêneyên xwe yên bê hîcab li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal parve kiribû, hat girtin.

Piştî hunermenda navdar Taraneh hat girtin, duh komek hunermend û sînameger li ber derê girtîgeha Ewîn ya Tahranê kombûn. Bi dehan kesên li ber derê girtîgehê kombûn, xwestin demek ji ya din zûtir Taraneh û hemû hunermendên din ên hatine binçavkirin werin berdan.

Di heman çarçoveyê de li ser medya civakî, gelek hunermendan girtin û binçavkirina Taraneh şeremzarkirin.

Ji bilî wê hema bêje li seranserê welat çalakî û meş hatin lidarxistin. Xwepêşanderan bê navber dirûşmên dijî desthilatê qêriyan. Li bajarê Şîraz komek jinên ciwan daketin kolanan û li ser dîwaran dirûşmeyên dijî desthilatê nivîsandin.

Hêjayî gotinê ye li gorî daneyên dawî ji 16’ê Îlona 2022’yan heya niha, herî kêm 460 xwepêşander ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin, zêdetirî 18 hezar kes jî hatine binçavkirin û aqûbeta gelek kesan jî nayê zanîn.