Jinên Şehbayê bang li rêxistinên mirovî kir

Bi dehan jinên Kantona Şehbayê bang li rêxistinên mirovî kir ku dorpêça li ser herêmê bişikînin.

Jinên Şehbayê bang li rêxistinên mirovî kir
18 kanûn, 2022   14:09
ŞEHBA

Bi dehan jin û endamên Kongra Star ji bo balê bişikînin ser dorpêça li ser kantona Şehbayê, li Kampa Berxwedan a kantonê kom bûn.

Di serî de endama Koordînasyona Kongra Star Hêvî Silêman peyamek bi zimanên Kurdî û Erebî xwend.

Hêvî di peyama xwe de destnîşan kir ku dewletên kapîtalîst ji bo pêkanîna planên xwe, dixwazin gelên resen ên Rojhilata Navîn ku navenda şaristaniya demokratîk e, koçber bikin.

Hêvî wiha domand: “Dewletên kapîtalîst hewl didin bi rêya êrişên xwe yên li dijî herêmê û dorpêçkirina wê, planên xwe pêk bînin.”

Der barê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan de, Hêvî diyar kir ku ew tecrîd berdewamiya komploya navneteweyî ye ku armanc ji wê têkbirina îradeya gelan e.

Hêvî Silêman di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên mirovî kir ku xwedî li erka xwe derkevin û şer û dorpêça li dijî herêmê rawestînin.

(mh)

ANHA