`Her çiqas dorpêç giran bibe vîn û berxwedana me naşike`

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, niştecihên kampa Berxwedan a Şehbayê bi du çalakiyên cuda li dijî dorpêçê meşiyan ku hikumeta Şamê ferz dike û gotin: “Çiqas dorpêç giran bibe, vîn, berxwedan û têkoşîna me naşike.”

`Her çiqas dorpêç giran bibe vîn û berxwedana me naşike`
`Her çiqas dorpêç giran bibe vîn û berxwedana me naşike`
`Her çiqas dorpêç giran bibe vîn û berxwedana me naşike`
`Her çiqas dorpêç giran bibe vîn û berxwedana me naşike`
`Her çiqas dorpêç giran bibe vîn û berxwedana me naşike`
`Her çiqas dorpêç giran bibe vîn û berxwedana me naşike`
`Her çiqas dorpêç giran bibe vîn û berxwedana me naşike`
`Her çiqas dorpêç giran bibe vîn û berxwedana me naşike`
18 kanûn, 2022   13:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, endamên saziyên sivîl û partiyan ji bo şermezarkirina dorpêça ku hikumeta Şamê ferz kiriye, derketin xwepêşandanê.

Xwepêşandêran pankartên; “Em dixwazin bendên Firqeya 4`an ji rêyên ber bi taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ve vekişin”, “Na ji dorpêça li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re”, Em dixwazin bi azadî di navbera Heleb û Şehbayê û parêzgehên din ên Sûriyê de herin û werin”, “Na ji dorpêça tengav û şer re”, “Em dev ji mafê xwe di jiyana azad de bernadin”, “Na ji dorpêçê re, na ji dorpêça li ser zarokan re”, Em serî ji zulmê re natewînin, berxwedan jiyan e” û “Di jêdera debarê de şerê me nekin” hildan.

Xwepêşandan ji pêşiya hola civînan a li rojavayê taxa Şêxmeqsûd dest pê kir û li pêşiya benda kontrolê ya Firqeya 4`an a hikumeta Şamê ya li taxê, rawestiya û veguherî mitingê. Di mitingê de cîgirê hevserokatiya Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Mirî El Şiblî axivî û got: “Bi berxwedan û vînê me hêviyên xwe pêk anîn û dê hêviyên din jî pêk bînin.”

El Şiblî diyar kir ku hikumeta Şamê berpirsê wêrankirina Sûriyê ye û wiha domand: “Me bi hêza xwe şer kir û serî ji kesekî re netewand, em sûrî ne û Sûriye ya hemûyan e. Bi berxwedana xwe em li hember hemû hewldanên parçekirina Sûriyê sekinîn û me yekitiya wê parast.”

Xwepêşandan bi silavkirina berxwedana şêniyan û şermezarkirina dorpêçê bi dawî bû.

ŞEHBA

 Di heman çarçoveyê de, bi sedan niştecihên kampa Berxwedan a navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê derketin xwepêşandanê.

Xwepêşandan ji rêya di navbera kampê û gundê Wehşiye dest pê kir û li pêşiya navenda lihevhatinê ya Rûsyayê ya li gundê Wehşiye rawestiya.

Li pêşiya navendê hevseroka Meclisa Kampa Berxwedan daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji 4 salan ve hikumeta Şamê dorpêçeke giran li herêmê ferz dike lê îsal ya herî giran e ji ber ku nahêle madeyên xêrxwaziyê, derman, sotemenî derbasî herêmê bibe û her wiha bi hezaran xwendekar ji mafê perwerdeyê mehrûm man.

Di dauxyaniyê de hat diyarkirin ku Rûsya pabendî ye ku dorpêçê li ser koçberan bi dawî bike û di derbaskirina pêdiviyên gel de alîkar be.

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên navneteweyî û civata navneteweyî hat kirin ku fişarê li Sûriyê û Rûsya bikin ku dorpêçê bi dawî bikin û pabendî qanûnên mirovî bin.

Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin: “Her çiqas dorpêç girantir bikin, vîn, berxwedan û têkoşîna naşike û em dê axa xwe rizgar bikin û lê vegerin.”

 (şx)

ANHA