Panela hiqûqî ya şêwirê bi nirxandinên cur be cur berdewam e

Rêxistinên tev li panela hiqûqî ya şêwirê bûne, bîlançoya sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kirin. Her wiha beşdaran destnîşan kir ku dualîbûna aliyan li hember sûcan yek ji girîngtirîn zehmetiyan e ku divê bê şermezarkirin.

Panela hiqûqî ya şêwirê bi nirxandinên cur be cur berdewam e
Panela hiqûqî ya şêwirê bi nirxandinên cur be cur berdewam e
Panela hiqûqî ya şêwirê bi nirxandinên cur be cur berdewam e
Panela hiqûqî ya şêwirê bi nirxandinên cur be cur berdewam e
Panela hiqûqî ya şêwirê bi nirxandinên cur be cur berdewam e
Panela hiqûqî ya şêwirê bi nirxandinên cur be cur berdewam e
17 kanûn, 2022   17:19
HESEKÊ

Ji bo balkişandina ser sûc û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê panela diyalogê ya şêwirê bi sernavê "Zehmetî, astengî û çareserî" li Xwaringeha Marbîla ya li taxa Hecer a Hesekê dest pê kiribû, hîna berdewam e.

Piştî bidawîbûna mijara yekemîn, mijara duyemîn bi navnîşan “Nirxandina astengî û zehmetiyên li pêşiya karê hiqûqî di aliyê şopandin, belgekirin de derdikevin û rêbazên çareserkirina wan pirsgirêkan li gorî nêrîna saziyên hiqûqî û ragihandinê” ji aliyê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê û Rêxistina Mafên Mirocan a Cizîrê ve hat nirxandin.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo û endama rêveberiya Rêxistina Mafên Mirovan a Cizîrê Evîn Cuma mijar bi rêve bir.

Îbrahîm Şêxo behsa bîlançoya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê kir û got: “JI 18`ê Adara 2018`an ve, zêdetirî 300 hezar welatî koçber bûn. Di çarçoveya guhertina demografiya Efrînê de, koçberkirina şêniyên resen û bicihkirina malbatên çeteyan li şûna wan hîna berdewam e.”

Şêxo destnîşan kir ku rêjeya kurdan li kantonê piştî dagirkirî niha ji sedî 25 derbas nake.

Her wiha Şêxo behsa guhertina demografiya Efrînê bi rêya guhertina nasnameya wê, guhertina navên kolan, qadan, cihên giştî, nexweşxane û daliqandina ala Tirkiyê li ser dibistanan û cihên giştî kir.

Şêxo eşkere kir ku ji dema dagirkirina kantonê ve, 8 hezar û 644 kes hatine revandin, çarenûsa zêdetirî nîvê wan ne diyar e û bi sedan welatî li beramberî fîdyayan serbest hatine berdan.

Şêxo da zanîn ku 96 bûyerên kuştinê li kantona dagirkirî rû dane, jê 8 jin xwe kuştine û 72 di encama destavêtinê de hatine kuştin.

Şêxo bîlançoya windahiyên topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê eşkere kir û got: “Zêdetirî 663 welatî jiyana xwe ji dest dane. Di nav de 500 welatî di topbaranê de mirine, 90 di encama îşkenceyê de. Li rex wê zêdetirî 696 welatî birîndar bûne di nav de 333 zarok û 216 jin hene.  Zêdetirî 367 hezar darên zeytûnê, bi dehan hiktar daristan, hatine qutkirin. Zêdetirî 13 hezar û 500 darên zeytûnê û darên cuda hatine şewitandin. Zêdetirî 12 hezar hiktar zevî hatiye telefkirin.”

Şêxo diyar kir ku di encama sûcên dewleta Tirk a dagirker de di 2022`yan de derdora 33 welatî jiyana xwe ji dest dane di nav de 13 jin hene û derdora 526 welatî hatine revandin di nav de 46 jin hene.

Her wiha eşkere kir ku îsal zêdetirî 35 hezar dar hatine qutkirin û bi hezaran darên daristanî, yên berhemdar hatine şewitandin da ku li şûnê wê avahiyên mêtingeriyê bêne avakirin.

Têkildarî hejmara mêtingehên li kantona dagirkirî hatine avakirin Şêxo ev agahî parve kirin: “Zêdetirî 16 mêtingeh hatine avakirin jê yên herî girîng; mêtingeha Kiwêt El Rehma, gundê Şamiye, gundê Besme. Ev mêtingeh bi rêya komleyeên tirkî, qeterî û kiwêtî, komeleya Beyan a qeterî-tirkî, komeleya Eyş Bî Kerame, Filistînên 48 û komeleya xêrxwaziyê ya Îhsan hatine avakirin.”

Di panelê de, mudirê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) Ramî Ebdurehman bi rêya Zoomê axivî û destnîşan kir ku ew hewl didin sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belge bikin.

Ebdurehman destnîşan kir ku di aliyê belgekirina sûcên dewleta Tirk de ji aliyê rêxistinên li herêmê û gihandina wê ji aliyên têkildar re, kêmasî hene.

Ebdurehman wiha pê de çû: “Em hewl didin ku raporên têkildarî sûcan belge bikin, biweşînin û bigihînin aliyên têkildar. Divê rêxistinên li herêmê, fişarê li aliyên têkildar bikin ku girîngiyên bidin sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî şêniyên resen ji ber ku Erdogan hewl dide herêmê asîmle bike.”

Çalakvan û lêkolînera qanûna cezayî Ferîde Ebrî jî ji Cezaîrê bi rêya zoomê tev li panelê bû û got: “Dewleta Tirk a dagirker beyî ku hesab ji mîsaqê mafên mirovan re deyne, sûcan li herêmên dagirkirî pêk tîne.”

Beşdarên panelê destnîşan kirin ku dualîbûna di danûstandina bi van sûcan re, yek ji zehmetiyên herî girîng e ku divê bê şermezarkirin.

Panel bi nîqaşkirina mijara sêyemîn a binavnîşan “Perspektîf û pêşniyarên ji bo pêşxistina karê hiqûqî û xurtkirina wê da ku rê li pêşiya van sûcan were girtin” ji aliyê mudirê Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan a Sûriyê Mizgîn Hesen, endamê Desteya Damezrîner a Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan Aynûr Zeyd Başa berdewam dike.

(şx)

ANHA