Li Qamişlo du civîn ji gel re hatin lidarxistin

Ji bo pêşketin û rageşiyên qada siyasî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîqaş bikin, li Qamişlo 2 civîn ji şêniyan re hatin lidarxistin. Şêniyên piştrast kir ku ew dê li hember êrişên dagirkeriya Tirk li ber xwe bidin.

Li Qamişlo du civîn ji gel re hatin lidarxistin
17 kanûn, 2022   17:51
QAMIŞLO

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Qamişlo civînek ji gel re li dar xist, rageşiyên siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê û girankirina tecrîdê li ser rêber Abdullah Ocalan, nîqaş kirin.

Şêniyên taxên rojhilatê Qamişlo, endamên saziyên sivîl, meclis û nûnerên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li hola Efrîn a rojhilatê Qamişlo tev li civînê bûn.

/ar/uploads/files/2022/12/17/133518_abdalslam-mstfa.webp

Hevserokê Nivîsgeha Rêxistinî ya PYD'ê Ebdulselam Mustefa axivî û behsa rageşiyên li qada siyasî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan kir.

Mustefa bêdengiya rêxistinên navnetewyî, hiqûqî û mirovahî û siyasetên dualî ku Amerîka û Rûsya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşîne, şermezar kir.

Têkildarî helwesta CPT di serdana xwe ya dawî ya îmralî de ku bi rêber re neciviye, Mustefa piştrast kir ku armanc ji wê helwestê ew e ku dengê  rêber ji cîhanê û raya giştî ya cîhanê dûr bikin û wiha domand: “Helwesta wê ne ji ber ku rêber Ocalan qebûl nekiriye derkeve hevdîtinê, lê belê ji ber ku li cîhanê aloziyên tund hene û rêber Ocalan dikare çareseriyan ji wan re bibîne. Ji lewra komîte naxwaze rewşa wî eşkere bike.”

Mustefa destnîşan kir ku divê hemû li gorî şerê gel ê şoreşgerî tevbiger, da ku serkeftin û azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan bi dest bixe.

Civîn bi berzkirina siloganên "Bijî berxwedana rêber Abdullah Ocalan" û" Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.

TIL HEMÎS

Di heman çarçoveyê de, meclisa navçeya Til Hemîsê îro civînek li dar xist û bi dehan rûspiyên eşîrên herêmê û şêniyên navçeyê, endamên saziyên sivîl û Partiyên Siyasî ya Til Hemîs tev lê bûn.

/ar/uploads/files/2022/12/17/133502_hsn-mhmd.webp

Endamê desteya rêveber ê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ya Qamişlo Hesen Mihemed Elî diyar kir ku divê bixebitin da ku dosyeya sûrî bixin rojeva navneteweyî û aloziya welêt çarser bikin.

Hesen diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide ku projeya netewa demokratîk têk bibe.

Hesen destnîşan kir ku divê gelên herêmê bibin yek da ku li hember planên li dijî netewa demokratîk bisekinin.  Her wiha Hesen got projeya netewa demokratîk, çareseriya yekane ya Sûriya demokratîk e.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ZHWQHPDQTkc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>