Şanoya “Dara Jiyanê” li Qamişlo hate pêşandan

Li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo bi amadebûna şêniyên bajêr, şanoya bi navê “Dara Jiyanê” bi kelecanek mezin hate temaşekirin.

Şanoya “Dara Jiyanê” li Qamişlo hate pêşandan
17 kanûn, 2022   16:29
QAMIŞLO

Çîroka şanoya “Dara Jiyanê” kevin e, nivîskarê wê Çiya ye. Lê belê senaryoya wê ji aliyê derhêner Ekîn Ronî carek din ji nû ve hatiye nivisîn.

Derhênerê şanoya “Dara Jiyanê” Ekîn Ronî têkildarî şanoyê wiha axivî: “Beriya du mehan ji bo salvegera PKK’ê me xebatek dest pê kir. Bi endamê koma Ava Mezin a Dêrikê me şanoyek amade kir endamên ku di şano de lîstin piranî nû bû û cara yekem bû ku lîstikekî bi vî rengî dileyîzin. Bi koma zarokan re nêzî 20 kesan di şanoya “Dara Jiyanê” de cihê xwe girtin.”

/kr/uploads/files/2022/12/17/164626_000.webp

 Ekîn Ronî wiha qala naveroka şanoyê kir: “Şano qala kongreya destpêkê ya salên 1978'an ya damezrandina PKK'ê dike. Lîstika “Dara Jiyanê” helbesta “Dara Pîr” a helbestvanê rojhilatî Cemal Melîkşa ye. Şahîdiya Malbata Zogûrlû pêvajoya dema avabûna PKK’ê dike, yanî mala ku PKK lê ava bû, digihîne. Li ser bingeheke xurt a felsefîk hatiye rûniştandin. Lîstika ku li ser bingeha pîvanên diyalektîk ên başî-nebaşî, duh-îro, xwecihî-gerdûnî hatiye rûniştandin, li hewşa mala malbata Zogûrlû derbas dibe. Li hemberî daxwaza keyayê gund a ji bo birîna dara li hewşa mala ku PKK`ê lê ava bibe, qala berxwedana dayîka Seyfettîn Zogûrlû dike. Wê pêvajoyê vedibêje.”

Ekîn Ronî di dawî de wiha got: “ Esas ev şanoya “Dara Jiyanê” ku diviyabû 27'ê Mijdarê pêşkêşî gel bihatina kirin, lê belê mixabin ji ber êrişên hewayî yên dewleta Tirk ku bû sedem şêniyên bajarê Dêrikê şehîd bibin, ji bo wê hate taloqkirin û bi derengî hatin Pêşandan. Beriya bajarê Qamişlo me şano du caran li bajarê Dêrikê da pêşandan. Em niha di meha Berfanbarê de şanoyê pêşkêşî şêniyên bajarê Qamişlo dikin, wê demê pêş de li bajarên cuda yên Rojava were pêşandan.”

Di dawiyê de temaşevanan dirûşmên “Bêjî Serok Apo” berz kirin.

(dg)

ANHA