​​​​​​​Şêniyên Şêxmeqsûdê: Tu têkiliya dermanan bi siyasetê re tune ye

Nexweşên ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bi nexweşiyên giran ketine, têkildarî dorpêça Firqeya 4′an gilî kirin.

​​​​​​​Şêniyên Şêxmeqsûdê: Tu têkiliya dermanan bi siyasetê re tune ye
17 kanûn, 2022   01:27
HELEB - NESRÎN ŞÊXO

Li gel dewama dorpêça tund li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji hêla Firqeya 4′an a girêdayî hikumeta Şamê ve azarên şêniyên her du taxan têkildarî nexweşiyan zêde dibe. Ji ber derman derbasî herêmê nabin û ev yek dibe nîşaneya xetereyeke mezin e.

Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di aliyê tenduristî azarên dorpêçê dikişînin. Li her du taxan şîrê zarokan, dermanên zextê, şekir, dil û îltîhabê pir kêm in.

Ajansa me azarên gelek nexweşên dil û şekir ên astengiyê di dîtina dermanan de dibînin, şopandin.

‘BI JIYANA ME DILÎZIN′

Zeyneb Henan ku li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi cih bûye li ser kiryarên Firqeya 4′an gilî kir û wiha got: "Li gel mehrûmkirina me ji sotemeniyê, nahêlin derman derbas bin."

Zeyneb wiha domand: "Tê zanîn nexweşî di zivistanê de li gel biçûk û mezinan zêde dibe û xwesteka dermanan jî zêde dibe. Lê rewşa ku em tê de ne berovajî wê yekê ye, hin derman li dermanxaneyan, ji ber dorpêçê tune ne. Ew bi jiyana me dilîzin."

Zeyneb wiha pê de çû: "Di her du taxan de tevahî pêkhateyên Ereb, Kurd û Çeçen hene. Hemû yek in û welatiyên sûrî ne."

′DERMAN 3 QATÎ BILIND BÛN’

Zeyneb (55) azarên nexweşiyên dil, zextê û romatîzmê dikişîne û pêdiviya wê bi dermanan heye.

Zeynebê got: "Zexta wê digihîne 20′an û tu derman li gel wê tune ne ku zextê daxe. Berê dermanê unitree bi hezar û 500 lîreya Sûriyê bû. Lê niha sê qat zêde bû û digihîne 5 hezaran. Ji bilî wê jî di dermanxaneyan de tune ye. Ev yek gefan li jiyana me dixwe."

′REWŞA DEBARÊ QEYRAN E′

Elî Reşîd jî ji karê derexlaqî ku Firqeya 4′an pêk tîne nefret kir û got: "Em îro li derman digerin, nabînin. Tu têkiliya derman bi siyaset û hwd tune ye. Şênî li vir tune ne. Zivistan jî nexweşiyan zêde dike û derman kêm e."

Reşîd wiha dawî li gotina xwe anî: "Ez azarên nexweşiya şekir, zextê dikişînim û nikarim dermanan bikirim. Rewşa debarê qeyran e û buha bilind e. Ez nikarim ji ber kirîna dermanan, ji ber ku temenê min mezin e û peyatî nikarim berê xwe bidim herêmên din. Lê wesayît jî tiştekî din e."

(fr)

ANHA