​​​​​​​Rojnamevan Namet Bedredîn: Divê dozek li dijî dewleta Tirk were vekirin

Rojnamevan Namet Bedredîn anî ziman ku binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî rojnamevanan dighêjin asta sûcên şer û got, ji ber van sûcan divê dozek li dijî dewleta Tir were vekirin.

​​​​​​​Rojnamevan Namet Bedredîn: Divê dozek li dijî dewleta Tirk were vekirin
17 kanûn, 2022   00:42
BEYRÛT – ZIYAD EBÛ XEZALE

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî sivîl, binesazî û rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne.

Navenda Azadiya Ragihandinê ya Sûriyê 4 binpêkirinên li dijî rojnamevanan belge kirin û da zanîn ku meha Mijdara borî ji bo rojnamevanan meha herî bixwîn bû, ji ber ku 2 rojnamevan tê de şehîd bûn.

Nûçegihanê me Îsam Ebdullah şeva 19-20’ê Mijdara borî di encama êrişa hewayî ya  dewleta Tirk a dagirker a li dijî gundê Teqil Beqilê yê Dêrikê  de şehîd bû.

Rojnamevan Namet Bedredîn a ji Lubnanê ji ANHAʹyê re axivî,  bal kişand ser sûc û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî rojnamevanan.

Namet Bedredîn da zanîn dewleta Tirk rojnamevanên dike hedef da ku nehêle rastiya sûcên wê were ragihandin û diyar kir ku hedefkirina rojnamevanên sûcekî şer e.

Namet bang li desteyên hiqûqî, mirovî û Yekitiya Rojnamevanan a Navneteweyî kir ku dijî dewleta Tirk a dagirker dozan vekin û wê ceza bikin.

Namet Bedredîn banga rêzgirtina li hemberî karê ragihandinê, parastina karmendên qada çapemeniyê û hesabxwestina ji berpirsên binpêkirinan kir. Her wiha bang li aliyê aktîf ên li Sûriyê û aliyên navneteweyî yên têkildar kir ku qanûnên navneteweyî yên têkildarî parastina rojnamevanan û azadiya ramanê û mafê parvekirina agahiyan aktîf bikin.

Rojnamevan Namet Bedredîn îşaret pê kir ku rojnamevan sivîl in û li gorî qanûnên navneteweyî yên mirovî, divê ji êrişên rasterast werin parastin û got: "Her tevgereke li dijî vê qanûnê binpêkirineke xeternak a peymanên Cinêv û protokola wê ya yekemîn e. Ji wê zêdetir her êrişeke rasterast li dijî mirovekî sivîl li gorî sîstema Roma ya bingehîn a Dadgeha Cezayan a Navneteweyî sûcekî şer e."

TIRKIYÊ XWEDÎ NAVEKÎ XERAB E

Li Tirkiyê ji Tîrmeha 2016’an ve li dijî azadiya ragihandinê şer tê meşandin. Akademîsyen, rojnamevan û nivîskar ên ku hikumetê rexne dikin tên astengkirin û darizandin.

Di çarçoveya rewşa awarte ya ku li Tirkiyê hatiye ragihandin de, herî kêm 180 saziyên ragihandinê hatine girtin. Ji ber zexta li ser ragihandinê, hin aliyan navê “kujera ragihandinê” li rejîma Tirk dikin.

 (mh)

ANHA