​​​​​​​‘CPT xizmetê ji siyaseta dewleta Tirk re dike’

Welatiyên Hesekê da zanîn ku CPT bi awayekî yekser xizmetî siyasetên dewleta Tirk dike û ji erkên xwe yên exlaqî direve û got "Em gav ji bo pêkanîna armanca xwe ya azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan paş ve naavêjin."

​​​​​​​‘CPT xizmetê ji siyaseta dewleta Tirk re dike’
17 kanûn, 2022   04:38
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di 29′ê Mijdarê de bi bîr xist ku di Îlona 2022′yan de CPT’yê serdana Îmraliyê kiriye, lê rêber Abdullah Ocalan beşdarî civînê nebû. Bi wê re buroyê metirsiyên xwe li ser rewşa rêber Ocalan anîn ziman.

Vê yekê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hêrs kir û bang li CPT′yê kir ku bi erkên xwe rabe û ji eşkerekirina rewşa tenduristî ya rêber Ocalan direve.

Welatiya bi navê Sultane Seîd wiha got: "Armanca dewleta Tirk a dagirker ji tecrîda li dijî rêber Ocalan, qedexekirina hevdîtina malbat û parêzeran bi rêbertî re gel ji rêbertî qut bikin, fikir û felsefeya wî negihîne Rojhilatê Navîn ku êdî ji hemû krîzên asê re asteng e. Dewleta Tirk a dagirker nikare me ji rêberê me qut bike. Ji ber fikrê wî yê azad bi awayekî berfireh belav bûye."

′EM DEV JI ARMANCA XWE YA PÊKANÎNA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER OCALAN BERNADIN′

Li ser nepêkanîna CPT′yê ji bo erkên xwe yên exlaqî û bêdengiya wê li hember tecrîda girankirî ya li dijî rêber Ocalan re ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve Sultane wiha domand: "CPT′ê bi awayekî yekser xizmetî siyasetên dewleta Tirk a dagirker dike û ji erkên xwe yên exlaqî direve."

Sultane di dawiyê de ev tişt got: "Divê em serî li hember hemû siyasetên dewletên komploger, di serî de dewleta Tirk a dagirker hildin û çalakiyên xwe yên şermezarkirinê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dewam bikin."

Li aliyekî din jî Fatme Elî wiha got: "Tecrîda ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Rêbertî tund kiriye, nîşaneya lawazî û tirsa wê ji banga rêber Ocalan e. Li şûna rêber Ocalan serbest berde, tecrîdê tund dike, nahêle parêzer û malbat pê re bicivin û şerekî derûnî li dijî rêber Ocalan pêk tîne."

Fatme wiha domand: "CPT′ê bi dewleta Tirk a dagirker re hevkar e. Ji ber ku bi erkên xwe yên li hember sûcên wê yên li dijî rêber Ocalan rananbe."

Welatiyê bi navê Ebdo Şêxo jî sûcên dewleta Tirk a dagirker û tecrîda girankirî şermezar kir û got: "Armanca dewleta Tirk a dagirker fikrê rêber Ocalan a demokratîk têk bibe."

Şêxo wiha dawî li gotina xwe anî. "Heta azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan pêk bê, em dev ji armanca xwe bernadin."

(fr)

ANHA