Bîranîna hevalê me di 5’emîn salvegera şehadeta wî de zindî ye

Di salvegera 5’emîn a şehadeta hevalê Rizgar Adanmiş de, bîranîna wî zindî tê hiştin, hevalên wî li ser şopa wî têkoşîna ragihandina rastiyan bilind dikin.

Bîranîna hevalê me di 5’emîn salvegera şehadeta wî de zindî ye
16 kanûn, 2022   23:51
QAMIŞLO- DELÎLA GABAR

Di ser şehadeta hevalê me Rizgar Adanmiş (Rizgar Denîz) re 5 sal derbas bûn, lê ew hîn di nava me de ye, bîranîna wî zindî ye. 12’ê Cotmeha 2017’an dema welatiyên ji ber zilma çeteyan direviyan û hewl didan xwe bispêrin herêmên rizgarkirî, hevalên me Rizgar Adanmiş, Dilîşan Îbîş û Hogir Mihemed jî rewşa wan dişopand. Di wê navberê de çeteyan bi wesayîtên bombebarkirî êrişî welatiyan kir. Di encama êrişê de Dilîşan û Hogir şehîd bûn, Rizgar jî bi giranî birîndar bû. Piştî dermankirina zêdetirî 2 mehan hevalê Rizgar jî têkoşîna jiyanê winda kir û şehîd bû.

Hevalê me Rizgar Denîz ku jiyanek tije têkoşîn li pey xwe hişt, bi vê têkoşîn û bîranîna xwe di salvegera 5’emîn a şehadeta xwe de jî rêya şopdarên xwe ronî dike.  

Şehîd Rizgar Adanmiş di sala 1991’ê de li navçeya Şîrwan a bajarê Sêrtê yê Bakûrê Kurdistanê çavên xwe li dinyayê vedike. Di sala 1993’yan de dema 2 salî bû, malbata wî ji ber zilm û zora dewleta Tirk a dagirker destpêkê koçî bajarê Enqere, piştî demekê jî bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê dike. Lê zordariya dewleta Tirk li van deran jî pêşiya wan berdane, lewma di sala 1996’an, yanî dema Rizgar 6 salî bûye, malbat berê xwe dide Başûrê Kurdistanê û li kampa Etrûş ku penaberên Bakur ên ji zilma dewleta Tirk reviyane lê diman, bi cih dibe.

Hevalê me Rizgar di nava zor û zehmetiyên jiyanê de wekî her zarokek wargehê mezin dibe. Dema penaber ji ber êrişên dewleta Tirk û PDK’ê gelek wargehan diguherin û herî dawî sala 1998’an li Mexmurê (Wargeha Şehîd Rustem Cûdî) bi cih dibin, Rizgar û malbata xwe jî vê serpêhatiyê dijîn. Heta 19 saliya xwe li wargeha Mexmûrê bi hevalên xwe re dibistanê dixwîne.

Şehîd Rizgar Denîz sala 2012’an tevlî xebatên ragihandinê dibe û demekê li wargehê li cem rojnamevan Denîz Firat ku ew jî di 8’ê Tebaxa 2014’an de dema êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser wargehê dişopandin şehîd bû, kar meşand.  

Hevalê me Rizgar bi rojnamevan Denîz Firat bi bandor dibe û di şekilgirtina wî ya xebatên rojnamevaniyê de rolek girîng dilîze. Lewma heval Rizgar jî hewl da ku li ser vê rêya rastiyê têbikoşe. Her ku xebata xwe pêş xist, daxwaza wî ya ku rastiya şoreşa Kurdistanê ragihîne mezintir bû. Di encama vê daxwaza xwe de jî derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û di Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) de şoreşa gelan ji cîhanê re ragihand.

Li Rojava, Rizgar agahiyên şehadeta Denîz dibihîze, pê re israra wî ya domandina xeta têkoşînê zêde dibe. Li ser vê yekê biryar dide ku pênûs û kamereya şehîd Denîz rake û paşnavê xwe dike Denîz.

Dema li Şengalê berxwedan û pêla şoreşê pêş ket, hevalê me Rizgar vê carê berê xwe dide Şengalê. Ji sala 2015’an heta 2017’an li Şengalê wek nûçegihanê Çira TV kar meşand û dengê civaka êzidî radigihand.

Dema QSD’ê sala 2017’an pêngava rizgarkirina Reqa û Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ’ê da destpêkirin,  Rizgar dîsa vedigere Rojava û careke din wek nûçegihanê ANHA’yê rewşa herêmê dişopîne. Di vê demê bi israra xwe pêngava rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ku 9’ê Îlona 2017’an hatibû destpêkirin, dişopîne. Bi taybetî hewl da ku li gel hevalên xwe yên rojnamevan rewşa sivilên ji ber ber zilma çeteyan direviyan ragihîne.

12’ê Cotmehê dema welatiyên sivîl ji ber zilma çeteyan ber bi herêmên rizgarkirî ve direviyan, rojnamevan Rizgar Denîz jî bi hevalên me yên din Dilîşan Îbîş û Hogir Mihemed (Nûçegihanên ANHA) re, li wir bû. Wê rojê hersê hevalên me li ser rêya Xurafî ya di navbera Dêrazor û Hesekê de rewşa koçberan radigihand, lê çeteyên DAIŞ’ê bi du wesayîtên bombebarkirî êriş kirin. Di encama teqînê de hevalên me Dilîşan Îbîş û Hogir Mihemed şehîd bûn, Rizgar Denîz jî bi giranî birîndar bû. Hevalê me Rizgar Denîz bi rêzê li nexweşxaneyên Hesekê, Qamişlo û Şamê dihat dermankirin, lê piştî têkoşîna zêdetirî 2 mehan, di 18’ê Kanûna 2017’an de şehîd bû.

Sibe 5 sal di ser şehadeta hevalê me re derbas dibin. Lê bîranîna wî hîn zindî ye. Çawa ku rêhevalên wî li ser tabûta wî soza şopandina rêya wan dan, niha jî bi dehan hevalên me vê têkoşînê mezin dikin. Di êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên dijî Serêkaniyê de hevalê me Saed Ehmed ku berxwedana gel dişopand şehîd bû. Herî dawiyê 19’yê Mijdara 2022’an rêhevalê me Îsam Ebdullah dema êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gundê Teqil Beqil ê Dêrikê di şopand di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû.

Hevalên me Dilîşan Îbîş, Hogir Mihemed, Rizgar Denîz, Saed Ehmed û Îsam Ebdulah ku di oxira lêgerîna heqîqetê de canê xwe feda kirin û rastî derxistin holê, ji bo me mîrateya têkoşînê hiştine. Ala teyisandina rastiyan ku rêhevalên wan dewr girtiye, îro jî li ba ye.    

ANHA