​​​​​​​Eşîra Begara girtîgeha Girê Spî dorpêç kiriye

​​​​​​​Hate diyarkirin ku ji eşîra Begara bi dehan kesan girtîgeha Girê Spî dorpêç kirine û xwestin ku çeteyê kurekî wan qetil kiribû, xwe radest bike.

​​​​​​​Eşîra Begara girtîgeha Girê Spî dorpêç kiriye
16 kanûn, 2022   18:33
EYN ÎSA

Li gorî agahiyan ku çavkaniyan ji kantona Girê Spî ya dagirkirî dane, ji eşîra Begarayê bi dehan kesan girtîgeha Girê Spî dorpêç kir û xwestin çeteyê ku duh kurê eşîra wan li gundê El Bedîi (7 KM bakurê kantonê) qetil kiribû, xwe radest bike.

Duh zarokê bi navê Mutez Ebdî (17) ji aliyê çeteyê bi navê Mihemed Xelîfe yê girêdayî koma ʹʹSultan Muradʹʹ ve hat qetilkirin.

Li gorî agahiyan, sedema qetilkirina zarok nakokiyên li ser heqedestiya karê di kargeha pembo de ye ku zarok tê de dixebite.

Her wiha çavkaniyê diyar kir ku çeteyên ʹʹSultan Muradʹʹ şêniyên ku li derdora girtîgehê kom bibûn bi hêza çekan belav kirin û çeteyê ku zarok qetil kiribû radest nekirin.

Çavkaniyê da zanîn ku eşîre bi fikar in ku çete neyê cezakirin, ji ber vê yekê bi hêrs in.

Hate gotin ku eşîra Begera kargeha pembo ya ku ji aliyê çeteyekê ve tê birêvebirin şewitandin.

(mh)

ANHA