Çeteyan li Efrînê welatiyek revand

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker welatiyekî ji navçeya Bilbilê ya Efrîna dagirkirî revand.

Çeteyan li Efrînê welatiyek revand
17 kanûn, 2022   07:34
 ŞEHBA

Çavkaniyekî ji navçeyê ragihand ku di navbera welatiyê bi navê Cîger Fetah ê ji gundê Eşûnê û çeteyekî de nîqaş çêbûye, piştre Cîger ji aliyê çeteyên “Polîsên Sivîl” ve hatiye revandin.

Çavkanî da zanîn ku bûyer beriya 20 rojan qewimiye û çarenûsa welatiyê revandin heta niha nayê zanîn.

(cx)

ANHA