ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-12-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-12-2022
16 kanûn, 2022   23:00

-Tevgera Hîlala Zêrîn a Til Temirê têkildarî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyekê dide, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Der barê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan de, Kongra Star panelekê li navçeya Tirbespiyê li dar dixe, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Efrînê têkildarî ambargoyê û girtina dibistanên kantona Şehbayê, daxuyaniyekê li navçeya Ehdasê dide, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa navçeya Ti Hemîsê rewşa siyasî ji şêniyên navçeyê re şîrove dike, saet 12:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ji bo gerîlayê HPGʹê Mîlîtan Cûdî û gerîlaya YJA Star Event Andok yên ku li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibûn, merasîmek li navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê tê lidarxistin, saet 14:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên kantona Şehbayê û koçberên Efrînê li dijî ambargoya ku hikumeta Şamê ferz kiriye meşekê li navçeya Ehdasê li dar dixin, saet 14:30ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-MSDʹê bi sernavê "Êrişên Tirkiyê û bandora wan li xeta çareseriya siyasî ya Sûriyê" panelekê li bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 16:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di salvegera 5’emîn a şehadeta hevalê Rizgar Adanmiş de, bîranîna wî zindî tê hiştin, hevalên wî li ser şopa wî têkoşîna ragihandina rastiyan bilind dikin. (BI WÊNE).

- Welatiyên Hesekê da zanîn ku CPT bi awayekî yekser xizmetî siyasetên dewleta Tirk dike û ji erkên xwe yên exlaqî direve û got "Em gav ji bo pêkanîna armanca xwe ya azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan paş ve naavêjin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nexweşên ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bi nexweşiyên giran ketine, têkildarî dorpêça Firqeya 4′an gilî kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a PYD′ê ya herêma Firatê Bekir Hec Îsa berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li hember dewleta Tirk a dagirker pîroz kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rojnamevan Namet Bedredîn anî ziman ku binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî rojnamevanan dighêjin asta sûcên şer û got, ji ber van sûcan divê dozek li dijî dewleta Tir were vekirin. (BI WÊNE).

ANHA