′Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê planên dewleta Tirk têk birin′

Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a PYD′ê ya herêma Firatê Bekir Hec Îsa berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li hember dewleta Tirk a dagirker pîroz kir.

′Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê planên dewleta Tirk têk birin′
17 kanûn, 2022   02:52
KOBANÊ

Di demekê de dewleta Tirk a dagirker bi rêya êrişên xwe yên dawî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl da herêmê vala bike ku dagir bike gelê herêmê bi hemû pêkhateyên berxwedaneke mezin li hember dewleta Tirk a dagirker raber kir.

Têkildarî mijarê hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a herêma Firatê Bekir Hec Îsa rola pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di binkeftina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê de pîroz kir û wiha got: "Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro li hember cîhanê xwe îsbat kir ku gelê berxwedêr e û naşike."

Hec Îsa wiha dawî li gotina xwe anî: "Gelê herêmê careke din xwe îsbat kir ku çi qas dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe tund bike ew bi xaka xwe ve girêdayî ne. Bombebaranên rojên borî îsbat kir ku welatî di malê xwe de mane û ev serkeftineke mezin e."

(fr)

ANHA