Li Belçîkayê greva giştî û meş

Li Belçîkayê bi daxwaza zêdekirina hêza kirînê li gelek sektoran greva giştî hatin lidarxistin. Li Brukselê nêzî 20 hezar kes daketin qadan.

Li Belçîkayê greva giştî û meş
16 kanûn, 2022   15:58
NAVENDA NÛÇEYAN 

Bi banga sendîkayên CSC, FGTB û CGSLB greva giştî hat lidarxistin.  Sendîkayan xwestin hêza kirînê bê zêdekirin û zêdebûna bihaya enerjiyê protesto kirin.

Li Brukselê ya ku paytext e di saet 10.00’an de bi hezaran kes ji bo van daxwazan li hev civiyan. Çalakvan di saet 11:00’an de li Gar edu Nordê dest bi çalakiyê kirin. Serokên her sê sendîkeyan jî tevlî çalakiyê bûn.

Kolanên Brukselê bi alên sor, kesk û şîn ên sendîkayan hatin xemilandin û her wiha gazên rengîn hate bikaranîn. Di çalakiyê de bênavber dirûşma “Ne mûçe, lê divê bihabûn were betalkirin” hate berzkirin.

Grevê bandor li otobus, metro û travmayan jî kir. Li hin deveran beşdariya grevê bû ji sedî 60, hin xetên veguhestinê jî bi tevahî hatin rawestandin.

Ji ber çalakî û greva sendîkayan sedî 60 seferên balefiran ên li Balafirgeha Brukselê hate betalkirin.