3 meh e li Rojhilat û Îranê serhildan didome

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê tevî kuştin, girtin û darvekirinan jî dewam dike. Serhildan ket meha xwe ya 3’yan.

3 meh e li Rojhilat û Îranê serhildan didome
16 kanûn, 2022   08:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevî darvekirin, kuştin, girtin û îşkenceyê jî serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 3 meh li pey xwe hiştin.

Duh li bajarê Abadan yê parêzgeha Îlamê xelkê pêşwazî li jina ciwan a bi navê Sonya Şerîfî kir ku 2 meh bû hatibû destgîrkirin. Welatî daketin kolanan û pêşwaziya li jina ciwan veguherî xwepêşandanê.

Li bajarê Şabadî yê parêzgeha Kirmaşanê merasîma çilrojiya Elîreza Kerîm ku ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû kuştin, hate kirin.

Duh li parêzgeha Urmiyeyê rayedaran rê neda malbatên 6 xwepêşanderan ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn, biçin girtîgehê û zarokên xwe bibînin. Tevî hemû êriş û girtinan, li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê xwepêşandanên li dijî dewleta Îranê bê navber dewam dikin.

Komeleya Çalakvanan a Mafên Mirovan a Îranê 14’ê Kanunê de der barê hejmara kesên di xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de jiyana xwe ji dest dane, daxuyaniyek belav kiribû.

Li gorî daxuyaniyê ji ji roja serhildana li Rojhilat û Îranê destpêkirî heya 13 Kanûnê herî kêm 493 kes hatine kuştin ku ji wan 68 zarok in.

Li gorî agahiyan herî kêm 18 hezar û 424 xwepêşander ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatine destgîrkirin û nasnameyên 3 hezar û 842 kesan hatine piştrastkirin.