Rojnameyên erebî: Li Urdinê xwepêşandan

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa xwepêşandanên li Urdinê, Peymana Çarçoveyê ya Sûdanê û rewşa Yemenê kir.

Rojnameyên erebî: Li Urdinê xwepêşandan
16 kanûn, 2022   07:41
NAVENDA NÛÇEYAN

′LI URDINÊ METIRSIYÊN VEGERA XWEPÊŞANDANAN′

Têkildarî rewşa Urdinê rojnameya Şerq El Ewset wiha nivîsî: "Ruxmî ragihandina biryara hikumetê ku bû alîkar hêrsa ajokarên erebeyan hêdî bibe, lê metirsiyên zêdebûna xwepêşandanan piştî bilindkirina buhayê sotemeniyê hene. Xwepêşandan li gelek gund û herêman li dar ketin. Lê tê texmînkirin ku piştî nimêja înê xwepêşandan li parêzgehên başûr li dar bikevin.

Çarşemê li herêmên fireh ên başûrê Urdinê, piştî biryarên hikumetê xwepêşandan li dar ketin û rê bi keviran hatin girtin.

Piştî hate qedexekirin ku rêveberên Partiya Şerake û Înqaz û rêveberên sendîkayên karkeran li welat li pêş sendîkayên pîşeyî yên li parêzgeha Irbed protesto bikin, saziyên ewlehiyê gelek rêveber girtin. Her wiha protestoyeke din li pêş navenda serokwezîrtiyê ya li herêma Dewar 4′an a li Umanê hate qedexekirin."

′MERCÊN NÛ PÊŞÎ LI BINKEFTINA SIYASÎ YA LI SÛDANÊ VEDIKIN′

Der barê rewşa Sûdanê de rojnameya El Ereb ev tişt nivîsand: "Serokê Meclisa Serweriya Demkî ya li Sûdanê Ebdulfetah El Burhan pêşgotinên zêdetir ji bo êrişên pêşerojê yên artêşê li dijî hêzên sivîl nîşan da. Piştî ku bi awayekî nepen dev ji Peymana Çarçoveyê ya ku di 5′ê vê mehê de di navbera pêkhateya leşkerî û Meclisa Navendî ya Hevbendiya Azadî û Guhertinê de hatibû îmzekirin û li benda tedbîrên veguhertina wê di rêkeftina dawî de ji bo pêkanîna li ser erdê ne.

Piştî artêşê li gorî lihevkirina avakirina hikumeteke sivîl ku serokê wê bibe serokê giştî yê hêzên çekdar pabend bû, careke din El Burhan diyar kir ku artêş di bin fermana hikumeta sivîl de naxebite, ger nehatibe hilbijartin.”

‘BI MILYONAN YEMENÎ BÊ AV IN’

Têkildarî rewşa Yemenê rojnameya El Beyan wiha nivîsand: “Rêxistinên navneteweyî da zanîn ku zêdetirî nîvê şêniyên Yemenê nikarin xwe bigihînin xizmetguzariyên avê û kanalîzasyonan. Di heman demê de hîna Hûsî nûkirina agirbesta ku NY′yê pêşkêş kiriye, asteng dikin.

Di planeke xebatê de ku UNICEF′ê têkildarî xizmetguzariyên avê û kanalîzasyonê amade kiriye, tê destnîşankirin ku li Yemenê di 5 salên borî de krîzeke mirovî rû da û hişyarî da ku hîna rewşa mirovî metirsîdar e.

Li gorî plana xebatê, pêdiviya gelek yemeniyan bi alîkariyê heye. Ji ber ewlehiya xwarinê tune ye, xizmetguzariyên bingehîn û binesazî hatin wêrankirin. Her wiha xizmetguzariyên girêdayî tenduristî û perwerdeyê jî zirar dîtin.”