​​​​​​​Di xwepêşandanên li Urdinê de efserek hate kuştin

Piştî bilindbûna buhayê sotemeniyê, di xwepêşandanên li Urdinê de efserekî ewlehiyê hate kuştin û 2 jî birîndar bûn.

​​​​​​​Di xwepêşandanên li Urdinê de efserek hate kuştin
16 kanûn, 2022   08:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Desthilatên Urdinê ragihand ku li herêma Hisêniyê ya parêzeha Mean di dema dan û standina bi "kesên tevliheviyê dikin û xwepêşandan li herêmê li dar xistin" re 2 efser hatin birîndarkirin.

Gerînendetiya Ewlehiya Giştî ya Urdinê bi daxuyaniyekê da zanîn ku kesên birîndar rakirin nexweşxaneyê, lê hîna hêzên ewlehiyê karên xwe bi kesên li derveyî qanûnê re dikin û nahêlin planên xwe yên ewlehî û îstîqrara li herêmê tevlihev dikin, pêk bînin.

Li Urdinê ji zêdetirî hefteyekê bi sedema bilindbûna buhayên sotemeniyê tevlihevî di sektora veguhastinê de heye.

Çavkaniyan ji Reutersê re got bi dehan ciwanan li taxa Tefayle ya li Umanê xwepêşandan li dar xistin, her wiha li Mean û gelek bajarên din ên li başûrê Urdinê jî xwepêşandan ji hêla ajokarên erebeyan hatin lidarxistin.

(fr)